Alîkarî nagihêje Yemenê!

Li Yemenê ku krîza însanî ji ber şer roj bi roj giran dibe, gel li benda alîkariyê ye.

Erebîstana Siûdî ragihand ku wan dawî li dorpêçiyê anîne. Lê belê Alîkarê Serokê Saziya Bendergehên Derya Sor Yahya Şeref El Dîn, Erebîstana Siûdî sûcdar kir ku li ser rakirina blokajê nûçeyên derewîn diweşîne.

3'ê Mijdarê piştî ku fuzeyeke balîstîk ji Yemenê ber bi Riyadê ve hate avêtin, aloziya li herêmê girantir bû. Du roj piştî vê êrîşê, koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî bendergehên li Yemenê girtibû.

Dorpêçiyê, pirsgirêka gihîştina pêdiviyên bingehîn a beriya şer, mezintir kir.

Neteweyên Yekbûyî, ji bo gihîştina alîkariyên însanî xwestibû, Bendergeha Hudeyde û balafirgeha li paytext San'ayê bên vekirin. Du roj berê koalîsyonê di vî warî de bersiveke erênî dabû.

Ji bo gel krîzê ji ser xwe biavêje, ji alîkariya însanî bêhtir pêwîstiya xwe heye. Ji xwe madeyên xwarinê bi rêjeya 80 ji sedî ji derve tê anîn.

Li Yemenê şerê navbera hêzên ser bi hikumetê û Hûsiyên Şîa, ev sê sal in dewam dike.

Li Yemenê, ji Adara 2015'an û vir ve 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 7 mîlyon mirov jî ji ber birçîna û nexweşiya şewbê di nava xeteriya mirinê de ne.