Alîgirên Sedr wê heta fermaneke nû li parlamentê bimînin

Bi hezaran alîgirên lîderê Şîa Muqteda Sadr roja Şemiyê careke din dest danîn ser avahiya parlamentê û diyar kirin ku heta fermaneke nû wê li parlamentê bimînin.

Li Iraqê ji hilbijartinên Cotmeha 2021'ê û vir ve hîn Serokkomar û Serokwezîrê nû nehatiye tayînkirin.

Tevgera Sedr ji bo zexteke mezin li hevrikên xwe bike, dest bi kampanyayê kir. Sadr namzetê hevrikên xwe yê ji bo serokwezîrtiyê red kir.

Li Iraqê ku rewşeke siyasî ya xitimî heye, çalakgerên bi portreyên Sadr û sembolên olî roja Şemiyê bi "nîşaneya serketinê" ketin hundirê avahiya parlamentê.

Roja Çarşemê jî ji bo demeke kurt dest danîbûn ser avahiya parlamentê.

Li gorî daxuyaniya kurt a tevgera Sedr wê "çalakiya rûniştinê ya li parlamentê heta fermaneke nû dewam bike."

Serokê Parlamentê mûhammed el Halbûsî jî got, "Heta fermaneke nû, rûniştinên parlamentê hemû hatine betalkirin" û bang li çalakgeran kir ku "malên dewletê biparêzin."

Çalakger namzetiya Mûıhammed Şîa El Sûdanî ya ji bo serokwezîrtiyê red dikin ku nêzî hikumeta berê ya Nûrî el Malîkî tê dîtin.