Alîgirên Sadir kete parlementoya Iraqê

Alîgirên Sadir li dijî namzetiya serokwezîrtiyê ya Çarçoveya Hemahengî ya Şîe derket û daketin kolanên Bexdayê. Xwepêşandan kete avahiya Parlemetnoyê û ber bi herêma Kesk ve çûn.

Alîgirên Sedir li dijî namzetê serokwezîrtiyê yê Çarçoveya Hemahengî ya Şie vê êvarê carek din li Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin.

Alîgirên Tevgera Sedir li dijî namzetê serokwezîrtiyê yê Çarçoveya Hemahengî ya Şie Mihemed Şeya Sudanî vê êvarê li Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin.

Xwepêşanderan karîn derbasî nava Herêma Kesk bibin. Piştre xwepêşander derbasî nav avahiya Parlementoya Iraqê bûn.

Serokwezîrê Iraqê banga parastina xwepêşanderan li hêzên ewlehiyê kir.

Her wiha Salih Mihemed Iraqî ku bi nasvavê wezîrê Sedir tê naskirin, li ser twitter banga vekişîna ji avahiya parlementoyê li xwepêşanderan kir.

Dîsa Lîderê Tevgera Sadir Muqteda El Sadir jî bi rêya Tîwîterê peyamek da û got: “Şoreşa Muharemê şoreşa reformê û zilmi û gendelî, diziyê red dike. Peyama we gihişt dostno, ji ber ku qirêj tirsandin.”

Serokê Koalîsyona Dewlet Hiqûqê Nûrî El Malikî jî li ser xwepêşandanê axivî û diyar kir ku ketin xwepêşanderan a Herêma Kes û avahiya Parlemetoyê ‘binpêkirineke vekirî ye’