AKP a Tûnisê pişta xwe da Erdogan!

Partiya Ennahda  ku ji ber têkiliyên wê yên nêz ên bi AKP’ê re û di ser heman modêlê re xwe birêxistin dike weke AKP a Tûnisê tê nirxandin, sînyala guherînê da!

Ennahda ku ev demeke hewl dide navê îslamiya siyasî ji ser xwe bavêje û îdîa dike ku ew derbasî îslama demokratîk bûye.

Berdevkê partiyê Îmed Khemîrî ji Shems FM’ê re axivî û got, ‘’Ennahda 36 salî ye. Parçeyek ji malbata siyasî ya berê ye. Pêşî bi rengê xebateke dînî dest pê kir, piştî salên 80’yî berê xwe da milîtaniyê. Îro em em li ser wê difikirin bê ka wê çawa tevlî avabûna dewleteke nû bibe.’’

Berdevk navdana Îslama siyasî red kir û got ev navdan ji der ve hatiye û di nav xwe de bi nakok e.

Berdevk got: ‘’Îslama siyasî hem rejîma Erdogan, hem teroristên El Qaîde û DAIŞ’ê di nav xwe de vedihewîne. Ji hêla îdeolojîk ve ne pêkan e ku mirov Ennahda di nav vê kategoriya Îslamê de bi cih bike.’’

Berdevk got daxuyaniyên wan bi wê mebestê ne ku dixwazin Ennahda ber bi Îslama demokratîk ve biguherin.

BI KRÎZA QATARÊ RE TÊKILDAR E?

Ennahda tê zanîn ku bi AKP’ê re xwedî têkiliyeke nêz e. Weke guhartoyeke Birayên Misilman tê nirxandin û ji hêla Qatarê ve tê fînansekirin. Serokê Partiyê Raşîd Ganûşî 2015’an li Enqerê tevlî kongreya AKP’ê bûbû.

Ennahda weke AKP’ê gelek caran fetlan dide xwe, tê gotin sînya guherînê ya Ennahde bi krîza Qatarê re têkildar e.

Piştî hevdîtina Serokê DYA’yê Donald Trûmp a li Siûdî ya bi rêveberiyên welatên Îslamî re krîza Qatarê ya 5’ê Hezîranê bandor li tevahiya herêmê kiribû.

Tê gotin Ennahda ji ber têkiliyên xwe yên bi Qatarê re tirsiyaye û hewl dide ku fetlekê bide xwe.

Bizavên Cezayîr, Tirkiyê û Tûnisê navên wan cuda bin jî, ji hêla hişmendiya xwe ve guhartoyên Birayên Misilman in û ev li Cezayirê Eniya Selametê ya Îslamî, li Tirkiyê AKP û li Tûnisê Ennahda ne.