Ajansa Anadoluyê Erebên li Fransayê çawa û çima fîş kirin?

Ajansa Anadolu (AA), ya saziya çapemeniyê ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di hilbijartinên 26’ê Hezîranê yên li Fransayê de wekîlên Fransî yên bi eslê xwe Mexreb fîş kir.

Kovara Marianneyê, nûçeyek li ser sedem û çawanîbûyîna fîşkirina Erebên li Fransayê ya AA’yê weşand. Li gor nûçeyê ajansa çapemeniyê ya hikûmeta Tirk, di nûçeyeke 26’ê Hezîranê hatiye weşandin de, hemû wekîlên Fransî yên bi eslê xwe ji Efrîkaya Bakur rêz bi rêz kirine. Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Lîsteyek e bi îstatîstîkên etnîk ên bi şik û guman.“

Marianne pirsek a wiha kir: “Mebesta Ajansa Anadoluyê çi ye?’’ û bal kişand bi ser wê yekê de ku AA’yê di nûçeyê de serî li rêbazeke ecêb daye.“ Marianne, îşaret bi wê yekê kir ku hemû hilbijartiyên Fransî yên bi eslê xwe Mexrebî hatine fîşkirin û da zanîn piraniya parlamenterên AA’yê fîş kirine, jin û parlamenterên ku piştgirî dane Serokkomar Emanuel Macron in.

Marîanneyê diyar kir ku meraq û lêkolîna jînenîgarî, esil û fesilê piraniya yên di nûçeya AA’yê de hatine fîşkirin tê kirin û piranîya yên hatine navnîşkirin ji Cezayîr, Fas ya jî ji Tûnisê ne.

Li gor nûçeya kovara Marianneyê “Saziya çapemenyê ya Recep Tayyîp Erdogan bi vê yekê jî namîne û di derbarê ‘civak Ereb û misilmanan’ a li Fransayê hin daneyan jî dide. Tê pêşbînîkirin ku hejmara civatê ji sedî 8’ê serjimara Fransayê ango 5 milyon kes in.“