Agirbesta li Lîbyayê û şerê desthilatdariyê yê Serrac-Başaxa

Lêkolînerê Misrî Hanî Al Camal diyar kir ku agirbesta li Lîbyayê tiştek neguhertiye û destnîşan kir ku Wezîrê Karên Hundir ê HMN'ê Fethî Başaxa dixwaze, hêzên navneteweyî wî weke alternatîfa Fayîz el-Serrac bibînin.

Piştî ku Mûammer Kaddafî sala 2011'an bi destwerdana NATO'yê ji desthilatdariyê hate xistin, Lîbya di nava kaosê de ye. Herî dawî bi destwerdana dewleta Tirk re krîza li welêt girantir bû û veguherî krîzeke di asta navneteweyî de. Gefa ku dewleta Tirk li Sîrte û Cûfrayê xwar jî tansiyon bilindtir kir.

Bi zexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û hêzên navneteweyî, tevî ku bêdilê dewleta Tirk bû, di 21'ê Tebaxê de hevrikan hevdemî agirbest ragihandin.

Di 28'ê Tebaxê de ku agirbest hîn mijara nîqaşê bû, Konseya Serokatiyê ya Hikumeta Mutabaqata Neteweyî (HMN) a ku dewleta Tirk li pişte, ragihand ku Wezîrê Karên Hundir Fethî Başaxa yê îxwanî ji wezîfeyê hatiye girtin.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Siyasî Kînana ya Misrê Hanî Al Camal li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

LI QADÊ TIŞTEK NEGUHERÎ

Hanî Al Camal diyar kir ku agirbest di çarçoveya plana DYE'yê de hate ragihandin û got, "Her du daxuyanî deng vedabe jî tenê nîşandana nêtê bû. Ya rast nêta wan jî ji gelek aliyan ve cuda bûn. Her du alî dixwaze li gorî berjewendiyên xwe çareseriyeke siyasî pêk were. Her wiha hin astengiyên leşkerî hene. Her du aliyên ku agirbest ragihandin, gavên ku baweriyê bidin hev û aliyên navneteweyî neavêtin."

Al Camal destnîşan kir ku piştî ragihandina agirbestê li qadê guhertinek çênebû û got, "Her tişta ku hate kirin ji bo çapemeniyê bû û belavkirina fikrê çareseriya siyasî yê DYE'yê yê li ser Lîbyayê bû. Rewşa li ser rûyê erdê ne bi wî rengî ye ku her du aliyan ber bi çareseriyê ve dehf bide û çareseriyeke siyasî biafirîne. Her wiha ne bawer im ku di demeke kurt de hilbijartinek pêk were."

'TIRKIYE Û ÇETEYÊN WAN XWE JI LÎBYAYÊ VENAKIŞÎNIN'

Hanî Al Camal bal kişand ser xaleke agirbestê ku li ser hêzên biyanî û leşkerên ji bo pereyan şer dikin, ferz dike ku vekişin û destnîşan kir ku ew ne bawer e ev xal bi cih bê anîn.

Hanî Al Camal got, "Di daxuyaniya Meclîsa Nûneran a Tobrûkê de hatibû gotin ku hêzên biyanî ji Lîbyayê bên vekişandin, çete bên derxistin. Bêguman mebest ji vê xalê Tirkiye û çete ne. Di daxuyaniya hikumeta Serrac de jî qala derxistina hêzên biyanî hatibe kirin jî der barê Tirkiyeyê tiştek nehatiye gotin.

Tirkiye ji aliyê leşkerî ve hebûna xwe li qadê bi rengekî fermî nîşan dide. Di heman demê de derdora 17 hezar çeteyên Sûriyeyê anî Lîbyayê. Bêguman Tirkiye rewşa xwe ya li Lîbyayê dest jê bernade û çeteyên xwe jî venakişîne. Vê yekê ji bo zêdekirina bandora xwe bi kar tîne. Di heman demê de anîna çeteyan ji bo Lîbyayê pêwendiya xwe bi planên Tirkiyeyê yên li ser Derya Spî re heye. Dest ji vê rewşê bernade."

Hanî Al Camal destnîşan kir ku ji ber helwesta zelal a Misrê, agirbest bi ser nekeve jî Tirkiye û milîsên Hikumeta Mutabaqata Neteweyî nikarin êrişî Sîrte û Cûfrayê bikin.

Al Camal got, "Eger li gel vê yekê êriş bikin, hingî ev ê bibe êrişeke dijminane. Di rewşeke wiha de jî Misr wê neçar bimîne ku dest li rewşê werde û parastinê bike. Ji ber ku her du herêm jî ji bo ewlehiya neteweyî ya Misrê herêmên stratejîk in."

'FETHÎ BAŞAXA XWE JI BO DEMA BÊ AMADE DIKE'

Al Camal bi bîr xist ku Serokê Hikumeta Mutabaqata Neteweyî Feyyaz Sarrac, Wezîrê Karên Hundir Fethî Başaxa hîn li Tirkiyeyê bû ji wezîfeyê girt û got, "Fethî Başaxa li nava hikumeta Fayyiz el-Serrac wezîrek bû. Lê belê di dema serdana Tirkiyeyê de piştî ku bi rayedarên payebilind ên Tirkiyeyê re hevdîtin kir, li hemberî Serrac û hikumetê serî hilda. Di 23'ê Tebaxê de di mijara xwepêşandanên dijî Hikumeta Fayyiz el-Serrac de nêrînên xwe yên cuda yên ji hikumeta Fayyiz el-Serrac eşkere kir.

Fethî Başaxa xwest xwe welê nîşan bide ku destê xwe di tepisandina xwepêşandanan de nîne, nîşan da. Dema ku Serrac li dijî Fethî Başaxa lêpirsîn da destpêkirin, wî jî ragihand ku eger dadgeh li televîzyonê bi rengekî zindî bê weşandin û zelal be wê tevlî bibe. Bi vê nêzîkatiya xwe xwest wê peyamê bide raya giştî ya navneteweyî û gelê Lîbyayê ku ew mirovekî alternatîf e û destê wî di xwîna gelê xwe de nîne. Ji ber ku xwe ji bo dema bê amade dike."

'DIXWAZE BIKEVE ŞÛNA SERRAC'

Al Camal ragihand ku Fethî Başaxa ji ber xwepêşandan û krîza nava HMN'ê dît ku di hikumeta Trablûsê de dibe ku guhertin bê kirin û got, "Dema peymana Suheyratê ku sala 2015'an hate îmzekirin derbas bû. Her wiha xwepêşandanên li dijî HMN'ê serhildanek bû. Başaxa ev yek dît û têgihişt ku hikumeta Serrac wê mayinde nebe. Bi taybetî piştî peymana agirbestê dît ku li hikumeta Trablûsê û li rewşa Lîbyayê wê guhertin çêbibe. Têkildarî xwepêşandanan û destwerdana HMN a li xwepêşandanan daxuyaniyên ji Serrac û hikumetê cuda da û hewl da bi vî rengî xwe weke yekî alternatîf û alîgirê gelê xwe nîşan bide.

Başaxa di wê baweriyê de ye ku hikumeta Serrac nikare ji nava vê krîzê derkeve. Dixwaze atmosfereke welê biafirîne ku xwepêşandan ne li dijî wî ku wezîrek e, lê li dijî Serrac tê kirin. Bi vî rengî tevdigere ku eger dema bê hikumeteke nû bê avakirin ew bikeve şûna Serrac."

'TIRKIYE DI VÎ ŞERÊ DESTHILATDARIYÊ DE PIŞTGIRIYÊ DIDE BAŞAGA'

Al Camal diyar kir, "Divê neyê jibîrkirin ku Fethî Başaxa ew e kes e ku çeteyên Sûriyeyî yên Tirkiyeyê derbasî Lîbyayê kiriye. Di ragihandina agirbestê de Emerîka, Fransa, Elmanya bi bandor bû. Ev yek nîşan dide ku tê xwestin li Lîbyayê guhertin bê çêkirin. Di vê nuqteyê de Tirkiye dixwaze kesên alternatîf ji bo dema bê amade bike. Fethî Başaxa jî yek ji wan e. Ji aliyê Tirkiyeyê tê destekkirin. Lê belê hêzên navneteweyî yên bi pirsgirêka Lîbyayê re eleqedar in, dibe ku Fethî Başaxa qebûl nekin. Kesên weke Başaxa û Serrac ên destê wan di xwîna gelê Lîbyayê de heye, ku bi Tirkiyeyê re têkiliyeke mezin heye, dibe ku neyên qebûlkirin. Dibe ku kesekî cud derxînin pêş."