Agirbesta Îsraîl-Hamasê dereng ket, Hamas wê sê rehîneyan berde
Peymana agirbestê ya ku diviya îro di navbera Îsraîl û Hamasê de bikeve meriyetê, ji aliyê Îsraîlê ve taloqkirin. Hamasê jî navê rehîneyên ku wê îro bên berdan eşkere kir.
Peymana agirbestê ya ku diviya îro di navbera Îsraîl û Hamasê de bikeve meriyetê, ji aliyê Îsraîlê ve taloqkirin. Hamasê jî navê rehîneyên ku wê îro bên berdan eşkere kir.
Agirbesta ku wê sibeha vê Yekşemê di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê bikira, bi hinceta ku lîsteya rehîneyan negiheştiye destê Îsraîlê hat taloqkirin.
Hamasê jî da zanîn ku "wê navê 3 kesên ku bên berdan di demeke kurt de ji Îsraîlê re bişîne."
Hamasê di heman demê de ji rayedaran re behsa "nakokiyên li qadê" kir û ew di mijara "plansaziya pevguherînê" de qanih kirin ku dê bi awayekî ewle pêk were.
Hamasê piştre li ser hesabê xwe yê Telegramê ji Îsraîlê re navê sê rehîneyên ku dê vê Yekşemê bên berdan ragihand û di heman demê de lîsteya rehîneyan weşand.
Peymana agirbestê bi navbeynkariya Qeterê pêk hat û li gor Wezareta Karên Derveyî ya Qeterê, diviyabû vê Yekşemê di saet 08:30'an de biketa meriyetê.
Li gor daxuyaniya fermî ya Şemiyê hat weşandin, hikûmeta Îsraîl û Hamasê plana agirbestê ya ku li beramberî serbestberdana girtiyên Filistînî, serbestberdana rehîneyên li Xezeyê erê kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû êvara Şemiyê daxuyaniyek da û gef li Hamasê xwar ku li gor şertên peymana agirbestê, Îsraîl bi piştgiriya DYE'yê "mafê jinûve destpêkirina şerî" yê li dijî Hemasê diparêze.
Ji aliyê din ve Rêxistina Parastina Sivîlan a Xeta Xezeyê ragihand ku ji saeta ku ji bo destpêkirina agirbestê hatî diyarkirin heta niha, di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser Xeta Xezeyê de 8 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.