Agir bi giraveke Hawaîî ket: Herî kêm 6 kes mirin
Li eyaleta Hawaîî ya Emerîkayê, şewata li daristanê bi bandora bê mezin bû. Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes jî hatin veguhastin.
Li eyaleta Hawaîî ya Emerîkayê, şewata li daristanê bi bandora bê mezin bû. Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes jî hatin veguhastin.
Rojavayê girava Maûî ku stasyona tûrîstîk a Lahaîna lê ye, di nava êgir de ma. Têkiliya vê beşa giravê bi herêmên din re qut bû.
Şêniyên giravê diyar kirin ku beriya niha wan felaketeke bi vî rengî nedîtine, temamiya Lahaîna şewitî ye, bûye xwelî.
Şewatê êvara Sêşemê destpê kir û li Maûî ku girava bingehîn a Hawaîî ye, bû sedema encameke giran.
Li gorî rayedarên eyaletê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî hatin veguhastin.
Rayedaran diyar kirin ku bi hezaran hektar şewitî, tevî ku 16 rêyên bejahî hatibin girtin jî balafirgeha Maûî hîn jî dixebite.
Herî kêm 4 hezar tûrîstên li giravê hewl didin birevin. Hate ragihandin ku hin kes ji bo xwe ji agir biparêzin xwe avêtine Okyanûsa Pasîfîk.