Agir bi avahiya 27 qatî ket

Li herêma Lancaster a li rojavayê Londonê, agir bi avahiyeke 27 qatî ket.

Şewat li avahiya 27 qatî ya Grenfellê derket. Rayedaran gotin, li avahiyê hin mirov asê man e, lê li ser mirî û birîndaran agahiyeke fermî hê eşkere nekirine. Li gorî hin çavkaniyan, 30 kes birîndar bûn.

Şewatê saet di 01:00 de dest pê kir. Arkujan hewl didin şewatê vemirînin, lê belê ji ber bilindahiya avahiyê û dijwariya şewatê, zor û zehmetiyan dikişînin. Şewat hê nehatiye vemirandin û tê gotin, dibe ku avahî hilweşe.

Li ser sedema derketina şewatê hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Lê belê şêniyên avahiyê dibêjin, sergoyê ku berî salekê li dora avahiyê kom bûn, rê li ber rîska şewatê vekiriye.