Alîgirên Sadir careke din ketin Parlementoyê

Alîgirên Tevgera Sadir ên danê sibehê li Qada Tehrîr piştî kom bûn û bendên betonê derbaskirin ber bi Herêma Kesk ketin rê. Xwepêşander dubare ketin nava Parlementoya Iraqê.

Vê sibê alîgirên Tevgera Sadir li Qada Tehrîr a Bexdayê kom bûn. Xwepêşanderan bendên beton derbas kirin û ber bi Herêma Kesk ve meşiyan.

Di aloziyên di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de derketin de, li gorî agahiyên hatin girtin 3 xwepêşander birînar bûn ku rewşa birîna yek ji wan giran e.

Li ser vê Salih Muhemed El Iraqî ku weke wezîrê Mûqteda El Sadir tê zanîn li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û diyar kir ku her êrîşek li xwepêşandana bi aştiyane bê kirin, hêzên siyasî berpirs in.

Xwepêşander cara duyemîn ketin avahiya Parlemetoya Iraqê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, alîgirên Sadir 27’ê Tîrmehê li dijî namzetiya serokwezîtiyê ya Muhammed Şîî El Sûdanî xwepêşandan kiribûn, ketibûn Herêma Kesk û avahiya Parlementoyê.