Ablûkaya li ser Yemenê: Sînor hatin girtin

Siûdî Erebistanê piştî êrîşa fuzeya balîstîk diyar kir ku wê sînorên xwe yên bejahî, behr û hewayî yê bi Yemenê re heta demekê girtiye.

Koalîsyona navneteweyî ya ku pêşengtiya wê Siûdî Erebistan dike, piştî êrîşa fuzeyên balîstîk a ku ji herêma Hûsî ya Yemenê ber bi Riyadê ve hatibû şandin, diyar kir ku wê sînorên xwe yên bejahî, behr û hewayî yê bi Yemenê re heta demekê girtiye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya koalîsyonê vê fuzeya ku Hûsiyên Şîa avêtine ‘ji aliyê Îranê hatiye tedarîkkirin” û ev tê “wateya şer.”

ÎRANÊ SÛCDARÎ RED KIR

Îranê jî sûcdariyên Siûdî Erebistanê red kir.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Bahram Ghassemî di daxuyaniya roja Duşemê de diyar kir ku vê daxuyaniya koalîsyonê “neheq, bêberpirsyarî û provokatîf e.”

Tê diyarkirin ku hedefa fuzeyê balefirxaneya Riyadê bû.

Fuzeya ku roja Şemiyê ji herêma mîlîsên Hûsiyê hatibû avêtin û hedefa wê Balefirxaneya Navneteweyî ya Riyadê bû, li hewa hatibû îmhakirin. Siûdî Erebistanê berê jî fuze li hewa dabû îmhakirin, lê tu fuze evqasî nêzî cihên ku mirov lê hene, nebûbû.

Koalîsyona leşkerî ya navneteweyî ya ku Siûdî Erebistan pêşengtiya wê dike, ji sala 2015’an û vir ve kozikên milîsên Hûsî yên li Yemenê bomberdûman dike.