Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Abbas: Îsraîlê dawî li hevdîtinên Osloyê anî

Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas ragihand ku Îsraîlê dawî li peymanên Osloyê yên li ser otonomiya Fîlîstînê sala 1993'an hatin îmzekirin aniye.

Abbas li civîna Konseya Navendî ya Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê axivî û got, "Dibêjim ku êdî Oslo nîne."

Civîn ji bo destnîşankirina planeke çalakiyan a li dijî biryara Serokê DYA Donald Trûmp a naskirina Qudsê weke paytexta Îsraîlê, pêk hat.

Mahmûd Abbas di vê civînê de destnîşan kir ku Îsraîlê dawî li Osloyê aniye û diyar kir, divê ji bo paşerojê biryar bên girtin.

Di encama danûstandinên veşartî yên şeş mehan de li Osloyê roja 13'ê Îlona 1993'an, Îsraîlê û Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê hevdu nas kiribûn.

Ev peymana li ser pêvajoya derbasbûnê ya pênc salan a der barê otonomiya Fîlîstînê, li Washîngtonê hatibû îmzekirin.

TRÛMP SÎLEYA SEDSALÊ AVÊT

Abbas bal kişand ser plana aştiyê ya Serokê DYA Trûmp û ji bo vê pêşniyarê got, "Sîleya sedsalê ye."

Abbas bi berdewamî got, "Em dibêjin ku em vê plana Trûmp qebûl nakin. Doza sedsalê veguherî sîleya sedsalê."

Abbas piştî biryara Trûmp a li ser Qudsê dabû xuyakirin ku DYA di hevdîtinên aştiyê de nema dikare bibe navbeynkar.