Şîrovekarê ARD'ê çi hat ber devê wî got!
Rojnamevanê şîrovekar ê televîzyona ARD'ê Georg Restle ji bo peymana penaberan a ku Serokwezîra Elmanyayê duh li Parîsê îmze kir got, "Ez ji vê peymanê fedî dikim, ev peyman ji bo welat gosirmet e."
Rojnamevanê şîrovekar ê televîzyona ARD'ê Georg Restle ji bo peymana penaberan a ku Serokwezîra Elmanyayê duh li Parîsê îmze kir got, "Ez ji vê peymanê fedî dikim, ev peyman ji bo welat gosirmet e."
Di televîzyona ARD’ê de di bernameya şîroveyê de ya piştî nûçeyan, polîtîkaya Merkelê ya ji bo penaberan hate rexnekirin. Rojnamevan George Restle yê ku di ARD’ê de bernameya "Monîtor"ê pêşkêş dike, polîtîkaya Yekîtiya Ewrûpayê ya li ser penaberan rexne kir.
Rojnamevan Restle bal kişand ser peymana ku duh li Parîsê hatiye îmzekirin û ya ku tê de dibêje, penaberên ji Afrîkayê tên ji bo ku neyên Ewrûpayê bila li Nîjer û Çadê navendên penaberan were vekirin. Restle têkildarî vê meseleyê got, “Ez ji vê peymanê fedî dikim, ev peyman ji bo welat gosirmet e".
'WÊ GELEK KES BIMIRIN'
Şîrovekarê ARD'ê got, "Elmanya û Fransa çekan difiroşe vî welatê ku mafên mirovan tê binpêkirin û piştre jî penaberan dispêre van dîktatoran. Ev rezalet e.
Bi vî polîtîkayê re wê tiştek safî nebe. Wê penaber li kampên li çolên Afrîkayê werin bicihkirin û ew ê li vê derê gelek kes bimirin. Ev tişt ne xema Merkel e, derdê wê ev e ku hejmara penaberan kêmtir bike.
Duh Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajoy û Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentîlonî bi serokên welatên Afrîkayê ji bo penaberan li hev civiyabûn.
Piştî civînê Macron gotibû, em dixwazin li Nîjer û Çadê ya ku li ser rêya penaberan e, navendên qebûlkirina penaberan ava bikin. Macron diyar kiribû wê navend bi destê ÛNCHR’ê werin birêvebirin û ew ê ev sazî serîlêdanan qebûl bikin.