Şîrketên bi Koreya Bakur re dixebitin ketin ber pêkirinan

DYA’yê Koreya Bakur xiste nava lîsteya ‘dewletên destekê didin terorîzmê’ û li ser Koreya Bakûr biryarên pêkirinên nû da.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Koreya Bakur xiste nava lîsteya ‘dewletên destekê didine terorîzmê’ û li ser Koreya Bakur biryarên pêkirinên nû da.

Wezîrê Darayî yê Amerîkayê Stevan Mnûchîn ragihand ku li ser gelek şîrketan, ku di nav wan de yên Çînî jî hene ketine ber vê biryarê.

Li gel şîrketên barhilgêriya zeryayî yên ku bi Koreya Bakur re bazirganiyê dikin her wiha li ser 4 şîrketên Çînê û karsazekî jî wê pêkirin hate danîn.

Wezîrê Darayî diyar kir qeberaya bazirganiyê ya van şîrketan a bi Koreya Bakur bi sed milyonan dolar e.

Wezîr diyar kir 6 şîrketên ji Bakurê Koreyê û her wiha 20 keştiyên van şîrketan jî ketine ber vê biryarê.

Mnûchîn diyar kir pêkirin ên li ser Koreya Bakur di nav stratejiya ‘zexta herî kêm’ a DYA’yê de hatine standin.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp li dijî ceribandinên moşekên balîstîk ên Koreya Bakur gotinên hişk kiribû û bijarteya leşkerî anîbû rojevê. Trûmp herî dawî biryar dabû ku Koreya Bakur bixe nav lîsteya ‘welatê ku destekê dide terorîzmê’’