Şîrketên balefiran têkildarî êrîşên li ser Sûriyeyê hatin hişyarkirin

Ajansa Ewlekariya Hewayî ya Ewrûpayê EASA têkildarî îhtîmala êrîşeke li dijî Sûriyeyê şîrketên balefiran hişyar kir.

Piştî hişyariya Balefirxaneya Fransayê (Aîr France) EASA’yê, seferên balefiran ên ber bi Bêrûd û Tel Avîvê hatin sererastkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerînendetiya ewlekariya hewayî geşedanan ji nêz ve dişopîne.

Berdevkekî EASA’yê ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku wan têkildarî fuzeyan hişyarî dane.

Şîrket bi taybetî li ser seferên balefiran ên li ser Behra Spî hatin hişyarkirin.

Washîngton di serî de gelek hikumetên welatên Rojava gef xwarin, dibe ku li dijî rejîma Esad a li Sûriyeyê êrîşeke leşkerî pêk were.