Şîrketa ku ji Cezayîrê 2 milyon eûro anîbû Tirkiyeyê hate cezakirin

Li Cezayîrê rayedarekî şîrketekê ji ber ku bi rêyên qaçax 2 milyon eûro anîbû Tirkiyeyê 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Dadgeha Sîdî Mûhammed têkildarî doza ku 2 milyon eûro transferî Tirkiyeyê hatibû kirin, biryara xwe da. Rayedarekî şîrketa Confortax a ku berhemên elektrîkê îthal dike, têkildarî sûcdariya li ser xwe îtîraz kiribû. Dadgehê 5 sal cezayê girtîgehê û 100 hezar dînar cezayê pere da.

Rayedarê şîrketê ji ber sûcên sixtekarî, derxistina dovîzan a bi rêyên qaçax, avakirina rêxistina sûc dihat darizandin. Şirîkên rayedar ên ku reviyane jî 7 sal cezayê girtîgehê û 200 hezar dînar cezayê pere li wan hate birîn.

Bankayeke li Cezayîrê têkildarî trafîka pereyan a li derdora vê şîrketê serwîsên ewlekariyê hişyar kiribû. Hatibû diyarkirin ku ji ser şîrketê di nava sê mehan de 2 milyon eûro ji bankayên Tirk re hatiye şandin.