Şewba kolerayê li Yemenê belav dibe: Nêzî hezar kes mirin

Li Yemenê, ku ji ber şerê navxweyî nîvê nifûsa ji 26 mîlyonî birçî ye, pêşî li belavbûna şewba kolerayê nikare were girtin. Heta niha nêzî hezar kes ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê ji bo Yemenê Jamîe McGoldrîck diyar kir, li vî welatî zêdeyî 130 hezar kes bi nexweşiya kolera ketine. McGoldrîck got, ji ber şewbê heta niha 970 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Koordînatorê NY anî ziman, nîvê mirovên jiyana xwe ji dest dane, jin û zarok in.

McGoldrîck ragihand, pêşî li belavbûna şewba kolera nikare were girtin û got, piştî şer û birçîbûnê niha jî mirov ji ber kolera jiyana xwe ji dest didin. McGoldrîck destnîşan kir, ji bo pêşî li vê yekê were girtin, dem gelekî kin e û banga lezgîn ji bo têkoşîna li dijî vê nexweşiyê kir.

Jamîe McGoldrîck diyar kir, ji bo NY pêşî li drama mirovahiyê ya li Yemenê bigire pêwîstî herî kêm bi 2 mîlyar dolarî heye û got, heta niha tenê 29 ji sedî yê fona pêwîst hatiye hevdan.

Li Yemenê, piştî ku milîsên Hûsî yên Şîa paytext Sana bi dest xistin, Serokdewlet Mansûr Hadî neçarî sirgûnê hatibû hiştin. Di Adara 2015'an de koalîsyona ji welatên Kendavê ya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî dest li vî şerî werda û şerê navxweyî girantir bû. Herî kêm 8 hezar sivîl ji ber vî şerî mirine.