Şewba Ebola: Li Kongoyê 1600 kes mirin

Ji ber şewba Ebolayê ya li Komara Kongo ya Demokratîk her diçe hejmara kesên dimirin zêde dibin. Hejmara kesên mirine 1600 kesî derbas kiriye. Şewb derbasî qadekî din bûye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hate dayin, ji roja şewb destpê kirî heta niha li eyaleta Îtûrî û Nord-Kîvû ya dikeve rojhilat, 1606 kes mirine.

Ji van 1512 kes ji ber bûyerên nehatine piştrastkirin, 94 kes jî bi guhaman ku bi şewbê ketine. Li gorî wezaretê, 2382 kes bi şewbê ketine.

Hate ragihandin ku şewb li qadekî ku dikeve sînorê Başûrê Sûdan û Ûgandayê jî belav bûye. Li vir jî kesek miriye. Hate ragihandin, jineke ku du zarokên wê ji ber şewba Ebolayê mirine û dayika 5 zarokane.Hate diyarkirin ku ev jin ji bo xwe ji şewbê rizgar bike derbasî Îtûrî ya çîranê Nord Kîvûyê bûye.

Şewba nû ya Ebolayê ku ji 1’ê Tebaxa sala borî ya li Komara Kongo ya Demokratîk destpê kir, ji sla 1976’an ve bû cara dehan a şewb belav dibe. Hate ragihandin ku şewba Ebola ya di dîrokê de ya duyemîn e. Şewba Ebola ya sala 2014’an belavî Lîbya, Gîne û Sîerra Leonê û heta gihişte Efrîqaya Rojava 11 hezar kes mirin.