Şewb derbeke giran li Latîn Emerîkayê dixe

Vîrûsa Covîd-19 zû û bi rengekî metirsîdar li Latîn Emerîkayê belav dibe. Brezîlya bûye navenda nû ya şewbê. Li Meksîkayê yekem car zêdeyî hezar kes ji ber vîrûsê mirin.

Li Brezîlyayê di nava 24 saetên dawî de 1.349 kesî jiyana xwe ji dest dan ku ev yek rekoreke nû ya dramatîk e. Li Brezîlyayê heta niha bi giştî 32 hezar û 568 kesî jiyana xwe ji dest dane. Brezîlya bi 584 hezar û 562 nexweşan piştî DYE'yê ji aliyê nexweşan ve li dinyayê welatê duyemîn e.

Ji roja Çarşemê û pê ve li nêzî 20 herêmên eyaleta Bahîa ya li bakurê rojhilat ê welêt derketina derve hate qedexekirin. Waliyê Bahîa Rûî Costa got, "Eger em nekevin nava liv û tevgerê, wê textên li servîsên lezgîn têrê nekin."

Serokkomarê rastgirê tund Jaîr Bolsonaro jî ji bo rizgarkirina aboriyê daxuyaniyan dide ku wê astengiyan û tevdîran rakre.

Li Meksîkayê di nava 24 saetên dawî de 1.092 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan ku bi vî rengî yekemcar zêdeyî hezar kes rojekê dimirin. Beriya rojekê 470 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Hejmara giştî ya qurbaniyan a li Meksîkayê gihîşt 11 hezar û 729 kesî. Zêdeyî 101 hezar û 238 kes jî bi nexweşiyê ketin.

Berpirsyarê stratejiya li dijî Covîd-19 a li Meksîkayê Hûgo Lopez-Gatell roja Înê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku hejmara qurbaniyan dibe ku bigihêje 30 hezar kesî. Tevî ku vîrûs zû belav dibe, rayedar hewl didin aboriyê bi rengekî zindî bimeşînin.

Li paytexta Şîlî Santîagoyê tevdîra mayina li malê di hefteya çaremîn de jî hate dirêjkirin. Heta niha li ŞîLî 113 hezar û 628 kes bi vîrûsê ketine, 1275 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li paytexta Ekvator Qûîtoyê, tevdîra mayina li malê hate sistkirin. Qedexeya derketina derve rojê daxistin 8 saetan. Li Ekvatorê heta niha 41 hezar kes bi vîrûsê ketine û 3 hezar û 486 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Pispor dibêjin bîlançoya rastî ya li Latîn Amerîkayê di ser hejmarên fermî re ye. Ji ber ku li van welatan kapasîteya testê kêm e.