Şewata li Hawaîî: Herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest dan
Hejmara kesên ku di dîroka eyaleta Hawaîî ya Emerîkayê de di "felaketa xwezayî ya herî mezin" de jiyana xwe ji dest dan 50 derbas kir.
Hejmara kesên ku di dîroka eyaleta Hawaîî ya Emerîkayê de di "felaketa xwezayî ya herî mezin" de jiyana xwe ji dest dan 50 derbas kir.
Rayedaran got, bajarokek geştyarî yê Hawaîî hema hema bi tevahî şewitî.
Rayedaran diyar kirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 50 derbas kiriye û texmîn dikin ku bilanço girantir bibe û ji 60 derbas bibe.
Valî Josh Green diyar kir ku, bajarê dîrokî Lahaîna ku di sedsala 19’an de paytexta berê ya Qraliyeta Hawaîî bû li gireva Mauî ye ji sedî 80’ê şewitiye.
Valî di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got, "Di dîroka eyaleta Hawaîî de karesata xwezayî ya herî mezin e."
Valî got, "Di pêleke mezin a ku di sala 1960’an de Girava Mezin daketibû û 61 kes miribûn." Ev karesat beriya ku Hawaîî bibe 50’emîn eyaleta DYE’yê qewimî.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Joe Biden ji bo Hawaîî deklerasyona "karesata xwezayî" îmze kir. Ev yek wê ji bo alîkariya destpêkê, stargehên lezgîn û xebatên ji nû ve avakirinê, destekeke girîng a çavkaniyên alîkariya federal bide.