Şewat nêzî Qesra Spî dibe

Li DYE’yê ji ber ku polîsekî George Floydê 46 salî kuştibû, hêrs zêde bû. Protesto nêzî Qesra Spî dibe, herî kêm li 40 bajaran qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Di 25’ê Gulanê de li kolanekê polîsekî Emerîkayiyekî reşik kuştibû. Piştre çalakiyên protestoyê zêde bû. Ji roja Çarşemê û vir ve protesto li 140 bajaran zêde bû. Di dawiya hefteyê de çalakî jî zêde bûn.

LI 40 BAJARÊN MEZIN QEDEXEYA DERKETINA DERVE

Artêşa Mûxafizên Neteweyî li 15 eyaletan ji bo piştgiriya polîsan ketin nav hewldanan. Ligel vê jî çalakî nesekinînin. Li her derê agir tê dadan û herî kêm li 40 bajarên mezin qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Şewata li Mînneapolîsê dest pê kir nêzî Qesra Spî dibe. Êvara Yekşemê komek çalakgeran dêra Saînt John şewitandin.

LI DORA QESRA SPÎ AGIR HATE DADAN

Ji bo tevdîrê Trûmp û malbata wî birin stargeha di binê erdê de. Endamên servîsa nepen di dawiya hefteyê de nehiştin çalakger nêzî Qesra Spî bibin. Êvara Yekşemê li dora Qesra Spî agir hate dadan.

Li gorî Trûmp anarşîst berpirsê van çalakiyên protestoyê ne. Trûmp gef xwaribû ku wê Antîfayê têxe nav lîsteya rêxistinên terorîst.

Trûmp roja Yekşemê daxuyaniyeke din da û bang li şaredar û waliyan kir û got, “Ev anarşîst in. A niha bangî mûxafizên me yên neteweyî bikin.”