Şerîda Xazeyê li aramiyê vegeriya

Şerîda Xazeyê piştî şeveke dijwar li aramiyê vegeriya. Bala mirovan çû ser protestoya Filistîniyan.

Li herêmê piştî rageşiya ku bi mehan dom kirî navbeyna Çarşem û Perşemê şerê ji 2014’an ve şerê herî giran çêbû.

Ji Şerîda Xazeyê 180 moşek bi ser Israîlê ve çûn. Gelek kes birîndarbûn, Israîlî neçar man ku bikevin stareyên ewlehiyê.

Artêşa Israîlê li 150 tesîsên leşkerî yê Hamasê xist. Di êrîşên Israîlê de yek jineke biheml a 23 salî û keça wê ya 18 mehî, 3 Filistînî birîndar bûn.

Hamas û Israîl ku Şerîda Xazeyê rê ve dibin Pêrşemê bi navbeynkariya Misir û NY’yê li hev rûniştin û agirbest qebûl kirin. Agirbest beriya derengiya şevê pêk hat.

Rayedarên Hamasê û Israîlê ti daxuyanî nedan. Li gorî medyaya Israîlê hin rayedarên Israîlî peymaneke wiha li derewê qelibandin. Hêla Israîlê tim li derewan diqelibîne.

Li gel vê jî, li gorî nûçeyên di medyayê de Israîlê gotiye, ku Hamas û komên hevalbendên wê êrîşê neyinin ew jî bersivê nadin.