Şerê Sûriyeyê ber bi ku ve diçe?

Di şerê Sûriyeyê de qonaxeke nû dest pê kir. Serokê DYA’yê Donald Trûmp Rûsya hişyar kir û got ‘Amade be, fuze tên.’

Di navbera Rûsya û welatên Rojava de ji Şerê Sar û vir ve serdemeke bi kaos tê jiyîn. Di hefteyên borî de daxuyaniyên ku tên dayîn vê kaosê kûrtir dike. Peyamên li ser şerê çekdarî zêde dibe.

HIQÛQA NAVNETEWEYÎ SEKINIYE

Tê îddîakirin ku di êrîşa li Dûmayê de ya di 7’ê Nîsanê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Aliyek rejîmê sûcdar dike û rejîm û hevkarên xwe jî dibêjin ‘ev komplo ye’. Gelo kîjan rast e?

Hiqûqa navneteweyî hatiye sekinandin. Konseya Ewlekariyê ya NY naxebite. Xetên sor ên aliyan her dem diguherin. Nayê zanîn ku di vî şerî de ew ê kî lingê xwe ji ser frênê rake. Trûmp an jî Pûtîn?

Hin hêz hene ku sûdê ji vê kaosê werdigirin. Wekî Tirkiye ya ku bi erêkirina Rûsyayê û bi bêdengiya welatên Rojava re Efrîn dagir kir û niha jî li dijî Başûrê Kurdistanê operasyonên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Dewleta Tirk di heman demê de yek ji aktorê krîza Sûriyeyê ye û rola wê jî di nav krîzê de heye.

JI SALA 1950’Î Û VIR VE TIŞTEKÎ YEKEMÎN

Nayê zanîn ku ev krîz û kaos ew ê ber bi ku ve biçe. Fikar zêde dibin ku ev kaos ji nişkê ve biteqe û şerekî çekdarî pêk were.

Ji sala 1950 û vir ve cara yekemîn e, di navbera Rûsya û Amerîkayê de tiştekî wisa pêk tê. Sefîrê Rûsyayê yê Lubnanê got, “Heke Amerîka êrîş bike em ê jî li fuzeyên wê bidin û em ê li çavkaniyên fuzeyan jî bidin.”

GELO WÊ RÛSYA BERSIVÊ BIDE?

Ev tê vê wateyê ku ew ê hêzên hewayî yên Rûsyyayê li keştî û balefirên Amerîka û Fransayê bide! Heke tiştekî wisa pêk were wê piştî şerê Koreyê yê di sala 1950’an de, cara pêşîn di navbera Rûsya û welatên rojava de şerek pêk were. Kremlîn bi awayekî êdî dixwaze şerê xwe yê bi DYA’yê re di qadeke din de bidomîne.

TRÛMP: AMADE BE, FUZE TÊN!

Trûmp li ser hesabê xwe yê twîtterê got ku, “Rûsya sondê dixwe ku ew ê li fuzeyên li ser Sûriyeyê bide. Xwe amade bike, ji ber ku êdî fuzeyên super tên. Divê hûn nebûna hevkarê wî heywanê ku gazê diavêje ser gelê xwe.”

Trûmp bang li Rûsyayê kir û got, “Pêdiviya Rûsyayê bi vî tiştî re heye ku ekonomiya wê baş bibe. Hemû dewlet pêdiviya me pê heye ku em bi hev re bixebitin.

RÛSYA: EM BI FIKAR IN!

Piştî Trûmp, Pûtîn jî daxuyanî da. Pûtîn got ku, “Rewşa li cîhanê mirovan dixe nav fikaran. Em hêvîdar im her kes bi aqilê selîm tevbigere. Em hêvîdar in hemû pergalên cîhanê bigihêjin îstîkrarê. Rûsya dixwaze bi welatên din re têkiliya xwe li ser normên hiqûqa navneteweyî ava bike.”

REJÎMÊ BAREGEHÊN HEWAYÎ TEHLIYE KIR

Piştî ku gef zêde bû, li qada Sûriyeyê di warê leşkerî de tevger zêde bûn. Artêşa Sûriyeyê baregehên xwe yên hewayî yên girîng tehliye kir û çekên xwe yên girîng bir baregehên Rûsyayê. Rejîmê têkiliya xwe ya bi Rûsya û Îranê jî xurt kir.