Şerê bazirganiyê yê Sirbîstan-Kosovayê

Piştî ku Kosova nekarî bibe endamê Interpolê, aloziya navbera Sirbîstan û Kosovayê li qada bazirganiyê jî der bû.

Kosovayê sala 2008’an bi yekalî serxwebûna xwe ragihandibû û ji Sirbîstanê qetiyabû. Heta niha 105 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî serxwebûna wê nas kirine. Piştî vê yekê biryar hat girtin ku baca gumrikê ya berhemên ku ji Sirbîstanê, bibin du qat.

Serokwezîrê Kosovayê Ramuş Haradinac diyar kir ku wê tavilî ev biryara bacê bikeve meriyetê û diyar kir, ev bersiva li Sirbistanê ye ku 'ji her alî ve êrîşî Kosovayê dike'.

Kosovayê destpêka vê mehê bihayên berhemên ji Sirbîstanê tên 10 ji sedî zêde kiribû. Sirbîstan, piranî berhemên qut, salê 400 mîlyon Euro îxracatê dike. Rayedarên Kosovayê diyar kirin ku ji ber zêdekirina bacê ku serê vê mehê destpê kir, li Sirbîstanê Îthalat 50 ji sedî kêm bûye.