Şerê Îsraîl-Hamasê di roja 61’an de ye: Bi sedan nuqte hatin bombekirin

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku wan li Xezeyê nêzî 250 “nuqte” bombe kirine û di tunelekê de 5 fermandarên Hamasê kuştine. Windahiya leşkerî ya Îsraîlê ya li Xezeyê jî derket 83’an.

Şerê Îsraîl-Hamasê ku 7’ê Cotmehê destpê kir, di roja 61’an de didome. Xeze bi dijwarî tê bombekirin û bi hezaran kes hatin kuştin.

250 ÊRÎŞ HATIN KIRIN

Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê daxuyanî da û got: “Hêzên hewayî êrîş birine ser 250 nuqteyên li Xezeyê. Balafirên şer hîna jî çekan, bîrên binerd, teqemeniyan û binesaziyên din ên terorîst dibîne û îmha dike.” Ji destpêka şer heta niha bi hezaran nuqte hatin bombekirin û Xeze bi erdê re bû yek.

ÎDÎAYA KUŞTINA 5 FERMANDARÊN HAMASÊ

Di daxuyaniya ku roja Sêşemê hate dayîn de jî, hate îdîakirin ku di êrîşeke li nêzî nexweşxaneya Endonezya ya li Xezeyê de herî kêm 5 fermandarên Hamasê hatine kuştin.

Li gorî artêşa Îsraîlê di navbera kesên mirine de, “fermandarê tûgaya Bakurê Xezeyê Ahmed Andur, alîkarê fermandar ê tûgayê Vaal Rajab û fermandarê tabûra alîkariyê ya tûgayê, serokê perwerdeya leşkerî û berpirsê çavdêriyên li bakurê Xezeyê jî di nav de fermandarên paye bilind” hene.

Hat ragihandin ku ji roja ku operasyona bejahî ya artêşa Îsraîlê li dijî Xezeyê destpê kirî û vir ve 83 leşker mirine.

HAN YÛNÛS HATE DORPÊÇKIRIN

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku Han Yûnûs a li başûrê Xezeyê dorpêç kiriye. Hamasê û çavkaniyên Cîhada Îslamî ya Fîlîstînê ragihandin ku ji bo nehêlin artêşa Îsraîlê bikeve Han Yûnûsê, herêmên li rojhilatê bajar û kampên koçberan ên nêzî wê, şerên dijwar qewimîne.

LI ŞERÎAYA ROJAVA ZÊDEYÎ 250 KES MIRIN

Li gorî agahiyên ajansa nûçeya Fîlîstînê Wafayê ku xwe dispêre çavkaniyên Heyva Sor, dîsa li bakurê Şerîaya Rojava, roja Çarşemê di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser kampa Faraa de du Fîlîstiniyên ku temenê wan 16 û 18 bûn, mirin û 3 Fîlîstînî jî birîndar bûn.

Li gorî Rêveberiya Fîlîstînê ji 7’ê Cotmehê ve li Şerîaya Rojava herî kêm 257 Fîlîstînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve yan jî niştecihên Îsraîlî ve hatine kuştin.

ÎDÎAYA MIRINA 5 HEZAR ENDAMÊN HAMASÊ

Li gorî nûçeyeke Washington Postê “sê rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlî” bi şertê ku navên wan neyên eşkerekirin axivîn û îdîa kirin ku ji roja şer destpê kirî û vir ve herî kêm 5 hezar endamên Hamasê hatine kuştin.

Îsraîl texmîn dike ku beriya 7’ê Cotmehê qasî 30 hezar endamên Hamasê hebûn. Lê ji ber ku gelek ji wan di tunelan de hatine kuştin, ev hejmar tevlîhev dibe. Li gorî yek ji van rayedaran beşekê texmînên Îsraîlê, xwe dispêre nirxandinên Hamasê.

Rayedarên ku ji Washington Postê re axivîn, diyar kirin ku heta niha 800 tunel hatine dîtin û ji van 500 tunel hatine îmhakirin.