Şer û karesatên xwezayî bi mîlyonan mirov koçber kirin

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê saziya bi navê IDMC ve hatein weşandin, di 6 mehên destpêkê yên îsal de li gelemperiya cîhanê, 9,1 mîlyon mirov li welatê xwe bûn penaber. Bİ taybetî ji ber şer mirov koç dikin.

Li gorî rapora Navenda Şopandina Koçberiya Navxweyî (IDMC) hejmara mirovên ji ber şer, bûyerên şîdetê û karesatên xwezayî cih û warên xwe diterikînin, zêde dibe. Li 29 welatan, bi qasî 4,6 mîlyon mirov ji ber şer neçar man li nava welatê xwe koçber bibin.

Hejmara mirovên li 76 welatan ji ber karesatên xwezayî koçber bûne, 4,5 mîlyon e.

KONGO, IRAQ Û SÛRIYE DI RÊZÊN DESTPÊKÊ DE NE

46 ji sedî yê mirovên li nava welêt ji ber koçbe bûne, li welatên Afrîka Sahrayê ne. 997 hezar ji van kesan, ji şerê navxweyî yê li Komara Kongo ya Demokratîk reviyane.

Ji mirovên îsal neçar man malên xwe biterikînin û li heremên cuda bi cih bibin, 922 hezar welatiyên Iraqê, 692 jî welatiyên Sûriyeyê bûn.

Par hejmara mirovên mexdûrê koçberiyê, zêdeyî 40 mîlyon bû.

Welatê ku herî zêde ji ber karesatên xwezayî mirovan jê koç kirine, bi 858 hezar kesî Komara Gel a Çînê tê. Li Bangladeş, Bîrmanya û Hîndîstanê jî ji ber bahoza Mora Tropîk 851 kes neça rman cih û warên xwe biterikînin.

KOÇA JI BER ŞER ZÊDE BÛ

Hejmara mirovên ji ber şer ji cih û warên xwe koçber bûne, li gorî sala 2016'an gelekî zêde ye. Sala 2016'an, 6,9 mîlyon mirov ji ber şer koçber bûbûn.

Hejmara koçberiya ji ber karesatên xwezayî jî, di nava vê salê de kêm bû. Par tevahiya salê 24,2 mîlyon mirov ji ber karesatên xwezayî neçar mabûn li nava welatê xwe koçî herêmeke din bikin.

Roja sêşemê saziyeke bi navê Refûgees Înternatîonal raporek weşandibû û bi taybetî bal kişandibû ser koçberiya ji ber ziwabûnê ya li Somalî. Li Somalî, ji ber xeteriya birçîbûnê 800 hezar kes ji gund derbasî bajarên mezin bûne.