Şer li Sûdanê dijwar dibe

Li Sûdanê ku welatekê xizan e, şer gur dibe. Pevçûn li Hartûm û Darfûrê dijwar bûne.

Zêdeyê du mehan pevçûn berdewam in. Ji bo pevçûn rawestin, bi caran agirbest hat kirin, lê aliyên şer bi agirbestê nekir û hev sûcdar kir. Ji leşkergehên artêşê yên li bakur û rojhilatê paytextê, top tên berdan.

Xelkê Hartûma paytexta Sûdanê, serê sibehê bi dengê teqîn û pevçûnê hişyar bû. Ji leşkergehên artêşê yên li bakur û rojhilatê paytextê top tên berdan.

Li Darfûrê ku sînorê wê bi Çadê re heye, pevçûn dijwar bûne.

Li gor rapora dawîn a rêxistina civakî ya sivîl a bi navê ACLED’ê, ji ber pevçûnan heta niha zêdeyê du hezarî Sûdaniyan jiyana xwe ji dest daye.

LI DARFÛRÊ ŞER BÛYE ŞEREKÊ ETNÎK

Li Darfûrê ku komên etnîk ên Efrîkayî û Ereb lê dijîn, li gor NY’yê û Yekitiya Efrîkayê, şer bûye şerekê etnîk.

NY’yê û Yekitiya Efrîkayê, diyar kir ku kes li gor nasnameya xwe tên armanckirin û hişyarî hat kirin ku bûyerên tund ên li Darfûrê dibe ku bibin sûcên li dijî mirovahiyê.

REWŞA MIROVÎ GIRAN DIBE

Rewşa mirovî jî her ku diçe giran dibe. Bi barîna şiliyê re, tê payîn ku ta, nebûna ewlehiya xwarin û vexwarinê, têr nexwarin û vexwarinê ya zarokan zêde bibe. Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê pêdiviya 11 milyon kesan bi piştgiriya tenduristiyê heye.