Şêniyên Zabûl ên li Îranê ji ber xizaniyê li nava mezelan radizên

Li bajarê Zabûlê yê Îranê gelek mirov ji ber xizaniyê li nava mezelan radizên.

Malpera înternetê Nûdûd çend wêne weşand ku tê de xuya dike ku şêniyên bajarê Zabûlê li nava mezelan radizên.

Malperê wêne li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî parve kir û li binê wêneyan wiha nivîsî: "Şêniyên li goristanên li Zabûlê radizên; Wêneyek ji kesên xizan ên nava mezelên li goristana Zabûlê dimînin."

Zabûl li eyaleta Sîstan-Belûcîstan a li başûrê Îranê ye. Xizaniya li vê eyaletê bandorê li zewaca di emrê zarokatiyê de dike. Li eyaletê heta zarokên 9 salî yên keç tên zewicandin. Rayedarekî 'xizanî' weke sedema bingehîn a zewicandina zarokan nîşan da."