Şêniyên Basra li dijî bêkariyê li qadan e

Li bajarê petrolê yê Iraqê li Basrayê, ev çend roj in li dijî bêkariyê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Serokwezîr Haydar El Ebadî ji bo nerazîbûnê kêm bike çû Basrayê.

Serokwezîr Haydar El Ebadî piştî ku li Brukselê tevlî civîna têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê bû, yekser berê xwe da Basrayê.

Ebadî li Basrayê ku herêmeke petrolê ya bi 500 kîlometreyî li başûrê paytext Bexdayê ye, destpêkê bi fermandarên leşkerî re rûnişt. Beriya serdanê, sibeha Înê li bajêr çalakiyên protestoyî hebûn. Ji bo piştî nîvro li pêşiya meclîsa şaredariyê çalakiyên protestoyî werin kirin, bang hate kirin.

Rojek berê jî çalakgeran li gelek taxan lastîk şewitandin û daketin qadan. Çalakiyên protestoyî bi daxwaza kar û xizmeteke baştir roja Yekşemê ji aliyê ciwanan ve hatin destpêkirin. Heman rojê çalakgerek ji aliyê polîsan ve hate kuştin û ev yek bû sedem ku alozî zêde bibe.

Ji roja Yekşemê ve her roj li dijî bêkariyê çalakiyên protestoyî têne lidarxistin. Çalakgeran rêyên sereke girtin, lastîk li ser şewitandin û hin avahiyên hikumetê şewitandin.

Wezîrê Petrolê Cebbar El Lûaybî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku çalakgeran hewl dane bikevin parzûngeheke petrolê û çend avahiyê li pêşiya parzûngehê şewitandine.

Endamê Meclîsa Şaredariyê Kerîm Şûak got, çalakger ciwan in ku ji ber xemsariya hikumeta federal pirsgirêkên wan ên bêkariyê nayên çareserkirin.

Li Iraqê, çavkaniyên petrolê 89 ji sedî yê budçeyê ne, 99 ji sedî yê îxracatê ne. Lê tevî vê yekê jî ji bo mirovên xwecihî tenê bi rêjeya 1 ji sedî kar tê dayin. Şîrketên petrolê yên biyanî bi giranî karkerên biyanî dixebitînin.

Li gorî daneyên fermî yên Iraqê, bêkariya li Iraqê 10.8 ji sedî ye. Ciwanên emrê wan kêmî 24 salî ye, 60 ji sedî yê nifûsa welêt e.