Şaştiyên Tevgerên Çep- Sosyalîst li Rojhilat û Îranê

Tevgerên çep wek çawa li gelek deverên cîhanê ketin wê şaştiyê li Îranê jî wisa bûn. Di warê teorîk û pratîk de nekarîn bibin xwedî seknek serbixwe. 

Di beşa yekemîn a nivîsê de pêşgotinek ji bo pergala Xosrewanî ya li Îranê di warê dîrokî de anî. Wek me dît, pergala desthilatdar, ji bo lêgerînên azadî, edalet û jiyana bi hev re ya gelên Zagrosan, her tim xwestiye naveroka têkoşînê vala bike û bixe bin xizmeta xwe. Lê gelek caran hêza wê têra ku bi temamî ji holê rabike, tine bike, nekiriye. Ji ber pêla têkoşîna gelan destûr nedaye. Ji bo wê jî li şûna tundiyê bikar bîne, bi şêwazek zirav naveroka wê vala kiriye. Rêbaza ku jê re, Bi pembo serî jêdike! Tê gotin. Pergala heyî jixwe li gor karektera xwe, hebûna felsefeya bi hêz a Mîtrayîzmê wek tinebûna xwe dibîne, berovajî wê felsefeyê pêş ketiye. 

Lê rexneya ku divê em bikin ew e ku ti caran ji hundirê pergalek wek pergala Xosrewanî têkoşîna azadî û heqîqetê nayê meşandin. Me ji bo wê mînaka Manî, Kerîm Xan û Emîr Kebîr da û em hêjî dikarin van mînaka zêde bikin. Tevgerên çep wek çawa li gelek deverên cihanê ketin wê şaştiyê li Îranê jî wisa bûn. Di warê teorîk û pratîk de nekarîn, taybet bi welatê tê de dijîn, bibin xwedî seknek serbixwe. Çi li Sovyetê qewimiye, bê ku bingehê wê yê çandî, civakî, siyasî, dîrokî binirxînin, xwestin raste rast li welatê xwe pratîk bikin. Ev kêmahî bû sedema herî esasî ya qutbûna tevgerên çep ji civakê, wek ku sosyalîzm tiştek xeyalî, di nava pirtûkan de, di peyvên mezin û kilîşeyî de ye. Tevgerên Rojhilat û Îranî li şûna ji cewherê têkoşîna berxwedaniya dîroka Îranê li sosyalîzmê bigerin, ew heta astekî dan aliyekî û li pey gotinan ketin. Bê ku rastiya civaka Îranê li ber çavan bigrin, pişta xwe bê pirs û lêpirsîn dane Sovyetê. Mixabin heta niha jî şîrove û tehlîlek rast nehatiye kirîn, ji bo wê jî tevgerên heyî jî piranî dikevin xizmeta desthilatdariyê. Baweriya zêde bi Rûsya re darbeyek mezin li tevgerên li Îranê da. Ji Komara Kurdistan, Azerbaycan, têkoşîna gelên Bakurê Îranê, heta Hizba Tûde(gel-girse), her wiha partiyên Kurdî, ji ber vê şaştiyê nekarîn xwe li ser piyan bigirin. Gelek bedel hatin dayîn, şoreşgerên mezin fedayane li beramber pergala Xosrewanî li ber xwe dan. Bêguman têkoşîna hatiye dayîn, watedare û divê dersên mezin ji wan were girtin. Çawa Rêber Ocalan bi tespîta xwe ya dîrokî diyar kir ku dewlet ti caran nikare sosyalîzm û azadiyê bi xwe re bîne. Lêgerîna ji bo azadiyê û bendewariyek wisa ji dewletê kirin jî wek melewaniya di gola bê av de ye. Dewlet serabek xapînoke ku ti caran nabe heqîqet!

Riza Şah bi darbeya hêzên derve, di 21 Adara 1925 hat ser desthilatdariyê. Wek polîtîkayên Îslahatê Şerq(Sererastkirina Rojhilat) a Îngîltere li Tirkiyeya wê demê, li Îranê jî Riza Şah bi wê mebestê hat ser desthilatdariyê. Armanca esasî ew bû ku civakên Rojhilatî li gorî daxwaza xwe ji her alî ve dizayn bikin. Gelek siyasetên ku Riza Şah xwest li Îranê pêk bîne, rastî têkoşîna hêzên demokratîk hat. Beşek elît û jor, li gor vê planê hatin dizaynkirin. Lê tevahiya civakê ji vê re serê xwe netewand. 

TÊKOŞÎNA JINAN Û CIVAKA ÎRANÊ LI DIJÎ SULTEYA RIZA ŞAH

Mirov di vê serdemê de herî zêde dikare behsa têkoşîna jinan li beramber kiryarên Riza Şah bike. Jin di sîstema Xosrewanî de cihê wan tineye. Di pergala Xosrewanî de, bi taybet di nava serayan de ku jê re Enderûnî (Hundir) dibêjin, jin wek meta tê bikaranîn. Pergal xwe bi vê yekê li ser piyan dihêle. Ti sîstem bi qasî sîstema Xosrewanî jin bikar neaniye. Enderûnî wek zindanan jinan di nava serayên şahenşahiyan de ye. Jina li gor xwe, li gor dilê Şah di Enderûn de tê çêkirin. Di warê fikrî, ruhî û fizikî de jin bi destê pergala Xosrewanî hat xistin û hepskirin. Têkoşîna Xuremê (Tevgera Xuremdiniyan) ji bo parastina kevneşopiya Mîtra û Mazdek, têkoşîna Jinên Kurd li Kela Dimdimê, Mestûre Xan a Erdelanî, 300 Jinên ku di dema Meşrutiya sala 1909 an de bi çekên xwe ketin meclîsa wê demê ya Îranê û mêrên di meclîsê de tehdîd kirin ku nabe serî li beramber Rûsan bitewînin û meclîsê bigrin. Beşdarbûna jinan di partiyên çep bi taybet di partiya Tûdeyê de û avakirina tevegera jinan. Jin li beramber siyaseta Riza Şah a modernîstkirina Îranê di bin navê pêşketinê de, her tim li qadan bûn. Her wiha rola jinan di komarên Azerbaycan û Kurdistanê de, nîşan dide ku jinan pêşengiya şoreşên mezin li Îranê kirine. Her carê di şoreşan de pêşengî kirine lê bi behaneyên cur be cur ji qada têkoşînê hatine dûrxistin. 

Pergala Şahenşahî xelk bêzar kiribû. Îran ji mêtîngeriya nû re bi temamî hatibû pêşkêşkirin. Rêxistina SAVAK a îstixbaretê di salên 60-70 an de her kesê behsa azadî, komünizm û sosyalîzmê bikira, digirt, ji şeknceyên giran derbas dikir, darve dikir yan jî bê ser û şûn dikir. SAVAK wek rêxistina terorê ya herî mezin, wek makîneya daqurtandina azadîxwazan, li seranserî Îranê komkujiyên mezin kir. Di wan şert û mercan de dîsa tevgerên Kurdî di serî de gelek tevgeran têkoşîna xwe domandin. Gelek tevger ji hev belav bûn, parçe bûn, lê hêjî hêza têkoşînê nehatibû şikandin û nedihat şikandin. Komkujiyên li Kurdistanê bi taybet piştî tepeserkirina Komara Mihabadê êdî sînor nas nedikir. Di zindanên zilmê yên şahenşahî de rojane gelek mirovan dihatin qetilkirin. Rejîma Şahenşahî desteka hêzên derve jî digirt, jixwe emperyalîzma cîhanê sondxwariyên tinekirina sosyalîzmê li seranserî cîhanê bûn, ji bo wê jî çavê xwe ji her cure kiryarên şahên Îranê re digirtin. Helwesta wan a di sedsala 19 û 20 li beramber Kurdan, bêstatû hiştina Kurdan di her du sedsalan de bû. Biryar girtibûn ku divê ti caran pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û her tim wek pirsgirêkekî li holê bimîne. 

Şoreşger û helbestvan Xusro Golêsorxî, di zîndanên rejîma şah de bû mînaka berxwedaniya tevahiya gelên Îranê. Bû sembola şoreşa ciwanan li Îranê. Ew jî li beramber modernîzma rojava sekinî û dirûşmeya wî ya esasî, vegera li ser koka xwe bû. Gulêsorxî di parastina xwe ya li dadgehê de diyar kir ku ew ji bo hemû gelên Îranê, Kurd, Azerî, Fars, Belûç û Ereb têdikoşe. Her wiha got ku ew ji bo gelên Rojhilata Navîn li zindanan li ber xwe dide. Ji gotina xwe nehat xwarê û bi israr li beramber dozgeran got ku em ê serbikevin! 

Helwesta şoreşgerane ya Golêsorxî û gelek şoreşgerên din, hêviyên têkoşînê di gelê Îranê de bihêz kir. Hatibû astekî ku gel tenê dixwest şah biçe û dawî li vê zilmê were. Di vê mijarê de hemû gelên Îranê heman hest parve dikirin. Têkoşîna Golêsorxî, têkoşîna tevahiya gelên bindest û mazlûm ên Îranê temsîl dikir. 

DESTGUHERTINA DESTHILATDARIYÊ Û HATINA XÛMEYNÎ

Li Îranê bazar xwedî girîngiyek zêde ye. Bi siyasetê re hema bêje di nava hev de meşiyaye. Kesên elît û desthilatdar jixwe pergala hakîme. Kesên li gel civakê me mînakên wan dan. Beşa ku herî zêde li Îranê bi esnaf û bazariyan re di nava peywendiye de ye, Mela bi gotina Îraniyan, Axûnd in. Mela xwedî siyasetek gelekî muhafizekar bûne, ji bo wê jî karîne planên xwe cih bi cih bikin. Melayê bi navê Ruhillah Xumeynî, hem hebûna emperyalîzmê li Îranê xist bin lêpirsînê hem jî hebûna tevgerên çep. Lê Xumeynî ti caran niyeta xwe ya esasî eşkere nekir. Ji hestên gel ji bo guhertin û şoreşê, her wiha hêrsa gel ya li dijî Şah sûdwergirt. Şîetiya ku rewşenbîrê bi nav û deng ê Îranî, Elî Şerîetî jî rexne dike, Şîetiya Sefewî ye. Her çend Xumeynî ji bo xapandina raya giştî, sûd ji nivîs û gotar, heta peyvên Elî Şerîetî wergirt, lê Şîetiya Sefewî esas girt. Ango divê Şîetî, ol jî desthilatdariyê bike û dewletê birêve bibe. Di vê mijarê de gelek nîqaşên ku ol û siyaset ji hev cuda bin, çêbûn lê encam nehat girtin. Xumeynî herî zêde ol li beramber tevgeren çep bikar anî û îdia kir ku ew komunîst in û xwedê înkar dikin. Çawa me li jor jî behs kir, tevgerên çep li gel hemû bedîlên dan, nekarîn xwe bi zimanek sade ji gel re vebêjin. Xumeynî bazarî jî girte pişta xwe û qaşo dijbertiya şah kir. Çawa Şah 1979an ji Îranê çû, hikûmetek demkî hat îlankirin. Bi lez û bez Xumeynî li dijî hikûmeta demkî dest bi antî propagandayê kir û îdia kir ku ew jî bermahiyên şah e. Îslamiyan wê demê Hizba Komara Îslamî ava kirin. Komara Îslamî xistin referandumê. Kesê bi navê Ayetullah Bihiştî Serokê wê partiyê bû. Hevsengî çêdikir û di destpêkê de niyeta xwe ya esasî eşere nedikir, ango muhafizekar bû.

Meclîsa Moesisan(avakeran) di nîqaşê de bû ku gelek hêz bikarin xwe tê de temsîl bikin. Nîqaşên ku hikûmeta heyî îslamî be yan nebe, nebû. Jixwe kesên herî zêde di li dijî şah sekinîn, kesên sosyalîst û çepgir bûn. Xumeynî dijberî beşdarbûna hemû aliyan derket û îsrar kir ku divê Meclîsa Xubrigan (Bijare -Zane) were avakirin. Kesê bixwe xwest xiste nava vê meclîsê. Wê demê Dr. Qasimlo jî wek nunerê Kurdistanê ket vê meclîsê. Lê paşê ew meclis jî hat bêwatekirin û ket bin serweriya melayan. Qanûna esasî hat nivîsandin û xistin referandumê. Kurdan, tevgerên çep û gelek azadîxwazan ev referandum poykot kirin. Lê referandum hat pejirandin û qanûna Wilayeta Feqîh hat erêkirin. Xomeynî xwe wek nûnerê xwedê yan jî Zellellah (Siya Xwedê) li ser erdê dît. İdia kir ku piştî İmamê dawî yê Şieyan, Mehdî wenda bûye, valatî di rêvebirina cihana îslamê de heye û divê nûnerek xwedê li ser erdê hebe. Ez van bi zimanek sade vedibêjim lê ji bo van derewan bi civakê bidin xwarin gelek teori danîn holê. Lê di esas de derdê wan desthilatdarî bû. 

FETWAYA XÛMEYNÎ YA LI DIJÎ KURDAN Û KOMKUJIYÊN LI KURDISTANÊ

Yekem operasyona mezin a Ayetullah Xumeynî li beramber Kurdan bû. Dema zivistana 1979 an şah çû û Xumeynî hat Îranê, partiyên Kurdî hêj li ser piyan bûn û gelek bajar di destê wan de bû. Li gelek bajarên Îranê ev valatî hebû. Lê helwesta Xumeynî ya li beramber Kurdistanê gelek kes matmayî hişt. Lê belê bi taybet kesên ku bi wan re fikra nasyonalîzma Îranî hebû, dema mijar hat Kurdan, dengê xwe dernexistin. Xumeynî hema piştî dest daydine ser hikûmetê, ferman dide ku artêşê ku berê xwe bidin Kurdistanê û hinek herêmên li ser sînoran. Ji ber li Kurdistanê berxwedanî hebû, hêza xwe ya herî zêde ji Kurdistanê re şand. Kesekî nêzî xwe bi navê Ayetullah Sadiq Xelxalî ku mirovek îslamî û tundrew bû, ji bo Kurdistanê erkdar kir. Xelxalî tam dijminê sondxwarî yê Kurdan bû. Xumeynî ji bo ti bajarên Îranê, Fetwa neda, tenê ji bo Kurdistanê da. Xelxalî bi tank, top û çekên giran berê xwe da Kurdistanê. Ji buhara 1979 heta 1980 an, Xelxalî bi hezaran mirov li Kurdistanê bi taybet li bajarên wek Bane, Seqiz, Sine, Pawe, Mihabad, Urmiye û Merîwanê qetil kir. Wek nexweşan, di bin navê şerê dijberên xwedê dike, jin, zarok, ciwan, kal û pîr, rehim nekir û komkujiyên mezin kir. Rojhilatê Kurdistanê bi vî awayî ket pêvajoyek bêdengiyê. Partiyên Kurdî ji hev belav bûne, gelek ji wan berê xwe dane Başûrê Kurdistan û Iraqê. Her wiha gelek ji endamên wan partiyan çûne welatên Ewrûpa û Amerîka. Mirov dikare bêje tasfiye bûn. 

SIBE: KOMPLOYA 15'Ê SIBATÊ Û GELÊ ROJHILAT