Şaredarê ku penaber dixwestin bi mirinê gef lê tê xwarin

Şaredarê Dusseldorfê Thomas Geisel ku ligel şaredarên bajarên Koln û Bonn ê Elmanyayê ji serokwezîr Merkel re nameyek nivîsandî û gotî, “Em dikarin penaberên li Derya Spî hatî rizgarkirin bigirin” bi mirinê gef lê tê xwarin. 

Piştî ku Îtalyayê sînorê ji keştiyên ku penaberan hildigire re girt, şaredarên bajarên Koln, Dusseldorf û Bonn ê Elmanyayê ji bo dawîlêanîna trajediya mirovahiyê ya li Derya Spî tê jiyîn biqede înîsiyatîf giritibûn û gotibûn em dikarin van penaberan bigirin.

Şaredarê Dusseldorfê Thomas Geisel ji serokwezîr Angela Merkel re nameyek nivîsîbû û anîbû ziman ku amade ne ku bi şaredar bajarê Bonn û Kolnê Ashok Sridharan û Henriette Reker re her cure tevkariyê ji bo penaberan bikin.

Piştre şaredariyên bajarê Potsdam, Wuppertal û Stuttgartê jî piştgirî dabûn vê tevkariyê ji Merkel xwestibûn ku bikeve tevgerê.

DI DERBARÊ GEFXWARINAN DE LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN

Lê belê piştî vê înîsiyatîfgirtina şaredar, ji hêla derdorên nijadperest ên dijminatiya biyaniyan dikin şaredarê Duseldorfê yê Partiya Demokratên Sosyal (SPD) Thomas Geisel kirine armanc, gefên kuştinê lê tên xwarin.