Şandeyên DYE û Koreya Bakur ji hev cihê diaxivin

Tiştek ji hevdîtina di navbera Koreya Bakur û DYE'yê derneket ku li Swêdê pêk hat. Lê belê rêveberiya Washîngtonê diyar kiri ku hevdîtin 'pir baş derbas bû'.

Bi îdîaya ku rêveberiya Pyongyangê xwedî bernameya nukleer e, piştî rageşiya bi mehan a di navbera du welatan de duh li Swêdê hevdîtin çêbû. Rayedarê Koreya Bakur Kîm Myong Gîl ku di nav hevdîtina de cih girtî îdîa kir şandeya Emerîkî bû sedema ku hevdîtin neçin serî.

Swêdê Kent Harstedt ji bo navbeynkariyê bi taybetî wezîfedar kir. Piştî hevdîtina bi çavdêriya Harstedtê Kîm Myong Gîl gotibû muzakereyên ku hatin kirin, 'ji bendewariyan re nebû bersiv'. Gîl DYE tawanbar kiribû û gotibû, "Ji helwesta xwe ya ku tê zanîn nehate xwarê". Rayedarê Koreyî gotibû DYE 'ti tişt nenaî' ser masê.

DYE: HEVDÎTINEKE TÊRA XWE BAŞ BÛ

Berevajî van daxuyaniyên Koreya Bakur, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê Morgan Ortagus got, şîroveyên şandeya Koreya Bakur, 'naverok û mantiqa hevdîtinê nîşan nade'.

Ortagûs got welatê wê bi 'fikrên afirîner' hatiye muzakereyên ku 8,5 saetan dom kirî û got, muzakereyên bi rayedarên Koreya Bakur re 'baş' derbas bûne.

Piştî civîna ne serkeftî ya du alî ya li paytexta Vîetnemaê Hanoî ku meha Sibatê di navbera Donald Trûmp û Kîm Jong Un de pêk hatî, hevdîtinên di navbera şandeyên Emerîkî û Koreyiyan de bûbû geşedana herî girîng. Ji ber ku hevdîtinên li giraveke Stockholmê pêk hat, polîsên Swêdê gelek tevdîrên ewlehiyê standibûn.

Li aliyê dî Elmanya, Fransa û Brîtanyaya Mezin, bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lezginî kom bibe. Diyar bû ku konseya ewlekariyê vê heftiyê wê bibe, ku sê welatan ji bo zexta li ser Koreya Bakur bidome, banga civînê kirin.