Şamê bi merc agirbest li Îdlibê erê kir

Hikûmeta Sûriye bi merce agirbesteke li herêma Îdlibê bê kirin erê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sana, rejîma Şamê bi merc agirbesekeke ku li Îdilbê pêk bê erê kiriye.

Sanayê ragihand ku mercên lihevkirinê yên li ser li hev kirin, wê ji şeva Pêncşemê û şûnde agirbest bikeve meryetê. Mijara lihevkirinê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê Îlona 2018’an pêk hatibû.

Li gorî heman çavkaniyê hate diyarkirin ku divê ‘komên terorîst’ 20 kêlometre biçe nava herêma Îdlibê û divê çekên xwe yên giran û navîn radest bikin.

Beriya vê geşedanê Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşanî Rûsya û hêzên Sûriye ku bombeyan li sivîlan dibarîne.

Her wiha Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric ragihand ku ji bo Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres ji bo êrîşa li ser bakurê rojavayê Sûriyeyê dom dike lêkolîn bike lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Artêşa Sûriye li gel Rûsya di serê meha Nîsanê û vir ve li dijî Îdlibê dest bi operasyonê kiribû. Çeteyên li Îdlibê ji aliyê dewletaTirk ve tê piştgirîkirin.