Îxracata petrolê ya Îranê têk çû

Ji ber ambargoya DYE’yê ya li ser Îranê îxracata petrolê ya Îranê têk çû. Îran a ku berê rojê 2,5 petrol difirot derve ji ber girankirina ambargoyê êdî rojê 120 hezar varîl petrol difiroşe.

Di sala 2018’an de piştî ku DYE’ye xwe ji peymana enerjiya nukleer vekişand, di navbera wê û Îranê de krîz çêbûbû. Ev krîz bandoreke neyînî li ser aboriya Îranê dike.

Ji ber ku welatên berê ji Îranê petrol distendin, dev ji kirîna petrolê berdan, krîza li Îranê roj bi roj kûrtir dibe. Di Gulana 2019’an de Tirkiye û Iraq jî di nav de 8 welatên ku ji ambargoya kirîna petrolê mûaf bûn, wan jî êdî petrol nekirîn. Bi vê re êdî Îranê nekarî petrolê bifiroşe.

ROJÊ 2,5 MILYON VARÎL BÛ NIHA BÛ 120 HEZAR VARÎL

Beriya ambargoyê Îranê rojê 2,5 petrol varîl difirot lê piştî ambargoyê ev hejmar bû 120 hezar varîl petrol. Ji ber ku aboriya Îranê li ser petrolê ye, tê wateya ku ev krîz wê roj bi roj kûr bibe. A niha 56 milyon varîl petrola Îranê li behrê li benda firotinê ye.