Îtalyayê destûr da 450 penaberan

Îtalyayê destûr da ku 450 penaberên li peravên Deryaya Spî hatî rizgarkirin û di navbera Îtalya û Maltayê de bibû sedema qeyranê.

Penaber rojên borî, ji hêla Rêxistina Parastina Sînor a Ewropayê Frontex û keştiyên sînor ên Îtalyayê ve hatibûn rizgarkirin. Lê belê penaberên di vê keştiya li Lîbyayê hatî rawestandin de, di navbera Îtalya û Maltayê de bibûn sedam qeyranê ka wê bişînin li kîjan welatî.

Îtalyayê destûr dabû ku panaber li Girava Sîcîlyayê bêne peyakirin. Piştî vê biryara Îtalyayê Elmanya, Fransa, Malta, Îspanya û Portekîzê girtina beşek ji van penaberan qebûl kiribû. Her yek ji van welatan gotibûn ku em dikarin 50 panaberan bigirin. Serokwezîrê Îtalyayê Gîseppe Conte, roja şemiyê ji 27 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê re name nivîsîbû û bang kiribû ku endamên din ên Yekîtiyê berpirsyariyê bigirin.

Li ser biryara pejirandina van welatan, serokwezîrê Îtalyayê di hesabê xwe yê tevna civakî de peyamek parve kir û got, “Berpirsyrî û tevkariya ku her tim em ji Ewropayê bendewar in ev e û biryarên ku di Civîna Konseya Ewropayê de hatî wergirtin, niha dikevin meriyetê.”

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, li ser hesabê xwe yê tevna civakî ragihandibû ku wê 50 penaberan bipejirînin û got, ‘Em bi bîryar in ku li hemberî koçberiya zêde ya penaberan bibin xwedî çareseriyê û li hemberî trajediyên mirovî di nav tevkariyê de bin.”

Serokwezîrê Komara Çek Andrej Babîş, bersiva neyînî da bangawaziyê. Babîş anî ziman ku, “Ev nêzikatiyên wiha tenê sûdê dide yên ku bazirganiya mirovan dikin û wan dewlemendtir dike. Ji bo wê em ê tu penaberan negirin welatê xwe.”