Îtalya xwe ji bo hilbijartinên nû amade dike: Hikûmet wê bê betalkirin

Li Îtalyayê beriya hilbijartina ku wê meha Adarê pêk were, Serokkomar Sergîo Mattarella li benda betalkirina hikûmetê ye.

Li gorî çapemeniya Îtalyayê, piştî ku Serokwezîr Paolo Gentîlonî li meclîsê bîlançoya xebatên salekê ya hikûmetê diyar kir kû şûnde Serokkomar Sergîo Mattarella wê serlêdaneke fermî pêk bîne, bi dengdana budçeya sala 2018’an re tê payîn ku agahiya dawî kirina erka xwe bide.

Mattarella yê piştî hevdîtina bi serokwezîr û şûn de serokên Meclîs û Sanatoyê wê bên gel hev divê biryarnameya betalkirina hikûmetê îmze bike.

Çapemeniya Îtalya, dîroka hilbijartinê wê di desteya wezîran de bê diyarkirin. Lê weke dîrok niha 4’ê Adarê hatiye diyarkirin.

Gentîlonî yê bi hilbijartina Sibata 2013’an û vir ve weke serokwezîrê 3’emîn li ser erkê bû.