Îtalya wê bi sedam penaberan di keştiyê de dorpêçkirî bihêle

Li Derya Spî ku di hefteyên dawî de bi sedan penaberan jiyana xwe ji dest dan, keştiyek din a penaberan ji aliyê Îtalyayê ve ku bi sedan penaber tê de ne paşve hate vegerandin.

Wezîrê Karê Hundirê yê Îtalyayê Matteo Salvînî ragihand ku wê destûrê nedin keştiya penaberan a li peravên avê yê Maltayê derbasî welat bibe.

Di nava keştiyê de nêzî 450 penaber hene, Salvînî got ji ber sedemê hebûna keştiyê ya li peravên avê yê Maltayê dixwazin li Îtalyayê bê danîn. Salvînî wiah got; “Malta, qeçaxçiyên mirovan û ‘mirovên baş’ ên Îtalya û hemû cîhan bizane ev keştî wê derbasî peravên Îtalyayê nebe.”

Li gorî nûçeya di medyaya Îtalyayê de, keştiya penaberan  ber bi girava Lampedûsa ve ketiye rê û girêdayî kîjan saziyê ye nehate zanîn.

Îsal rêjeya hatina penaberan a li ser Derya Spî ji bo welatên Ewropayê li gorî salên derbasbûyî 4 qat kêmtir bûye û di hejmara mirinan de zêdebûneke cidî çêbû. Di nava 6 mehên îsal de hejmara penbarên li ser Derya Spî derbasî Ewropa bûyîn nêzî 46 hezar e, di sala derbasbûyî di heman demê de zêdetirî 100 hezar bû.

Di 6 mehên sala 2017’an de li Derya Spî 2 hezar û 340 penaberan jiyana xwe ji dest dan û di nava 6 mehên îsal de ev hejmar zêdetirî hezar û 400 e. Di 13 rojên meha Tîrmehê de bi sedan penaberan jiyana xwe ji dest dan.