Îtalya ji bo avhewayê santralên komirê digire

Welatên mîna Elmanyayê, ku bi îdîaya 'pêşengiya' ji têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê radibin, hê biryar nedane ku kengî dest ji enerjiya komirê berde. Îtalyayê di vî warî de gaveke bi biryar avêt.

Wezîrê Pêşvebirina Aboriyê yê Îtalyayê Carlo Calenda diyar kir, ku welatê wî di nava 8 salan de wê santralên komirê bigire.

Calenda got, ew dixwazin heta salên 2025 û 2030'î hemû santralên li welêt bigirin û ev armanc parçeyek ji 'Stratejiya Enerjiya Neteweyî' ye ku wê di 10'ê Mijdarê de bê eşkerekirin.

Li Îtalyayê bi giştî 9 santralên komirê hene û tê plankirin ku 5 ji van di dema pêş de werin girtin. Li gorî Stratejiya Enerjiya Neteweyî, li şûna santralên komirê wê ji bo santralên enerjiyê 2,3 heta 2,7 mîlyar Euro razemenî were kirin.

Tevî ku hikumetê weke armanc daniye pêşiya xwe ku heta sala 2025'an hemû santralên komirê bigire jî, ji bo karibe vê armanca xwe bi ser bixîne, divê hemû bajar ji bo projeyên nû yên enerjiyê, destûra pêwîst bidin.