Îtalya: Ji bo 'aramiya' li Lîbyayê wê konferansek pêk were

Lîbya dema dawî ji ber drama penaberên hewl didin xwe bigihînin Ewropayê di rojevê de ye. Hate ragihandin ku ji bo 'aramiya' li Lîbyayê wê konferansek bê lidarxistin.

Serokwezîrê hikumeta populîst-rastgiriya tund a Îtalyayê Gîûseppe Conte diyar kir, ji bo aramiya li Lîbyayê ku berî 7 salan şerê navxweyî lê dest pê kir, wê konferansek bê lidarxistin.

Conte ev yek piştî hevdîtina li Qesra Spî ya bi Serokê DYA'yê Donald Trûmp pêk anî, eşkere kir.

Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte da xuyakirin ku Serokê DYA'yê jî tevlî vê biryarê dibe û dixwazin hemû hêzan tevlî vî karî bikin.

Conte anî ziman ku ew dixwazin 'hemû pirsgirêk'ên gelê Lîbyayê nîqaş bikin û alîgirê wê yekê ne ku hemû welatên li qiraxa Derya Spî ne tevlî bibin.

Ji ber ku Lîbya yek ji rawestgehên penaberên ji Afrîkayê ye, bala Îtalyayê li ser vî welatî ye. Yekîtiya Ewropayê salên dawî bi Lîbyayê re hin peyman îmze kir û bi vî rengî hejmara penaberên ji Lîbyayê tên kêm kir. Lê belê hjmara mirovên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dn, zêde bû.