Îtalya bi temamî di karantînayê de ye

Metirsiya vîrûsa Korona ya li Îtalyayê mezin dibe. Welat bi temamî di karantînayê de ye. Hejmara qurbaniyan gihîşt 463 kesî.

Li Îtalyayê ji ber vîrûsa Korona hejmara qurbaniyan gihîşt 463 kesî. Bi giştî 9 hezar û 172 ks bi vîrûsê ketine. Serokwezîr Gîûseppe Conte diyar kir ku wan tedbîrên nû û xurtir girtine ku welêt bi temamî eleqedar dikin.

Conte bal kişand ser "herêma sor" ku beriya niha li herêmên bakurê welêt hate ragihandin û got, "Êdî herêma sor nîne. Herêma 1'emîn, herêma 2'emîn nîne. Îtalya bi temamî herêmeke di bin parastinê de ye."

Li temamiya welêt ji nava 53 hezar û 826 kesên ku testa vîrûsa Koronayê li wan hate kirin eşkere bû ku 9 hezar û 172 kes bi vîrûsê ne. 733 kesên bi vîrûsê jî di servîsa lezgîn de ne.

Ji 463 kesên jiyana xwe ji dest dan 44 ji sedî di navbera 80-89 salî,  31 ji sedî di navbera 70-79 salî, 14 ji sedî di ser 90 salî re, 10 ji sedî di navbera 60-69 salî û 1 ji sedî jî di navbera 50-59 salî de bûn.

LI GIRTÎGEHÊ SERÎ HILDAN

Li hin girtîgehên welêt serhildan rû dan. Girtiyan hevdîtinan ku di çarçoveya tedbîrên dijî vîrûsa Korona de hatin betalkirin protesto kirin û bi hinceta ku vîrûs dikare li girtîgehên din belav bibin efû bê ragihandin.

Li Mîlano, Roma, Napolî û gelek bajarên din li 27 girtîgehan serhildan rû dan.

Di îsyana li bajarê Modenayê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Foggîayê nêzî 50 girtî ji girtîgehê reviyan û 30 ji wan piştre hatin girtin. Lêgerîna li 20 kesên din dewam dike.

TEDBÎR Û QEDEXE

Li gelemperiya Îtalyayê ji bilî neçariyê wê destûr ji ger û geştê re neyê dayin. Li tevahiya welêt ku nifûsa xwe 60 milyon kes e, ji îro û pê ve wê sînema, şano, muze û deverên mîna wan ên cemaweriyê bên girtin, kombûna li hev a mirovan bê qedexekirin û merasîmên cenazeyan jî bên betalkirin. Li gorî biryarnameyê wê dibistan heta 3'ê Nîsanê girtî bin û pêşbirkên sporê bên rawestandin.

Piştî Çînê herî zêde li Îtalyayê mirov ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan.