Îstîfaya serokwezîrê Iraqê jî çalakî neda sekinandin

Parlementoya Iraqê îstîfaya serokwezîr Abdulmehdî qebûl kir lê çalakî û xwepêşandan hê jî didomin.

Li Iraqê çalakiyên protestoyê kete meha duyemîn. Serokwezîrê Iraqê Abdulmehdî roja Înê îstîfaya xwe eşkere kiribû û di civîneke awarte de ya roja Yekşemê ev îstîfa hate qebûlkirin.

Bi qebûlkirina daxwaznameya îstîfayê hikumet hilweşiya. Yek ji daxwaza sereke ya çalakgeran ev bû.

Serokê Parlementoyê Halbûsî derbarê vê meseleyê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo Serokkomarê Iraqê Berhem Salih serokwezîrekî nû peywirdar bike, wî nivîs jê re şandiye.

Ligel ku îstîfa hate kirin jî xwepêşandan nesekinî. Li wîlayeta Kadisiyeyê gel kete avahiya walîtiyê û rêyên din ên vê wîlayetê girtin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatine stendin, gel têketina avahiya walîtiyê bi barîkatên beton girtiye.

Li Diyala jî roja Yekşemê dîsa xwepêşandan hate destpêkirin. Gel li Diyala daketin kolanan û rê girtin.