Îsraîlê serdana ji bo kar a li dewleteke 'dijmin' serbest kir

Îsraîl welatê Erebistana Siûdî di fermiyetê de weke 'dewleteke dijmin' dibîne. Cara yekemîn destûr ji bo serdana olî yan jî kar ji bo vî welatî da.

Wezîrê Karên Hundir ê Îsraîlê Aryeh Derî biryarnameyek îmze kir, ku li gorî vê biryarnameyê welatiyên Îsraîlê wê ji bo kar an jî razemeniyê karibin 90 rojî biçin Erebistana Siûdî. Ji bo yên biçin jî divê hatibin vexwendin û şertê vegerê hatibe organîzekirin.

Ev biryar di çarçoveya pêvajoya asayîbûnê de hate nirxandin. Dewleta Îsraîlê bi rengekî hêdî lê belê rêk û pêk bi welatên Kendavê re têkiliya dîplomatîk datîne. Erebistana Siûdî û Îsraîl li dijî hegemonya Îranê û Şîatiyê li Rojhilata Navîn xwedî berjewendiyên hevpar in.

Li Îsraîlê li gorî qanûneke ku di sala 1954'an de hate derxistin, qedexe ye ku welatiyên Îsraîlê biçe welatekî Ereb an jî Misilman ên weke "dijmin" hatine pênasekirin.