Îsraîlê sefîrê YE'yê bi 'destwerdana li karê navxweyî' sûcdar kir

Îsraîlê, Sefîrê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) bi 'destwerdana li karên navxweyî' sûcdar kir û bang lê kir ku bê Wezareta Karên Derve.

Li gorî daxuyaniya Buroya Serokwezaretiyê ya Îsraîlê, dîplomatên Yekîtiya Ewropayê ku naxwazin qanûnek li parlamentê bê qebûlkirin, li nava parlamenterên Îsraîlê dest bi danûstandinan kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku ji bo 'nerazîbûna' Îsraîlê jê re bê ragihandin bang li Sefîrê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê yê li Îsraîlê Emanûele Gîaûfret hatiye kirin ku bê Wezareta Karên Derve.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê 'tedbîrên zêdetir' ên Îsraîlê jî ji Sefîrê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê re bê ragihandin.

Ya ku di navbera Yekîtiya Ewropa û Îsraîlê de rê li ber krîza dîplomatîk vekir, pêşnûme qanûnek e ku partiya Serokwezîr Benyamîn Netanyahû Lîkûdê xistiye rojeva parlamentê (Knesset).

Li gorî pêşnûme qanûnê, li hin navçeyên li Îsraîlê wê destûr bê dayin ku "tenê Yahûdî" lê bijîn. Bi vê pêşnûmeyê re wê Erebên Fîlîstînî ji cih û warê xwe bibin. Netanyahû dixwaze beriya betlaneya havînê pêşnûme ji aliyê parlamentê ve bê qebûlkirin.

Serokkomar Reûven Rîvlîn û endamên dadgeriyê bi rengekî vekirî li ber pêşnûme qanûnê radibin. Rîvlîn gotibû, eger pêşnûme bibe qanûn wê zerarê bide Yahûdiyên li Îsraîlê û li gelemperiya cîhanê.