Îsraîlê Lûla weke kesê ku ‘nayê xwestin’ îlan kir

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz Serokdewletê Brezîlyayê Luîz Inacîo Lûla da Sîlva ji ber ku ji bo şerê li Xezeyê gotiye ‘komkujî’ û şibandiye Komkujiya Cihûyan ew weke ‘kesê ku nayê xwestin’ îlan kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz di seredana xwe ya ji bo Abîdeya Yad Vashem Holokostê de got: ‘’Serok Lûla heya ku lêborîna xwe bixwaze û gotinên xwe paşde vegerîne, min ew li Îsralê weke kesê ku nayê xwestin îlan kir.’’

Serokdewletê Brezîlyayê roja Yekşemê Îsraîl, ji ber Filistîniyên li Şerîda Xezeyê bi ‘komkujîyê’ re tawanbar kiriye û êrîşên Îsraîlê şibandiye Nazîyan û Komkujiya Cihûyan.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî roja Yekşemê bertekên xwe anîn ziman û gotinên Lûlayî weke ‘rûreşiyeke cidî’ pênase kir.

Lûlayî li bajarê Addis Abadayê di daxuyaniyeke xwe de gotibû: ‘’Tiştên ku li Şerîda Xezeyê diqewimin ne şer e, komkuji ye.’’

Her wiha Hamasê jî gotinên Lûlayî weke  ‘pênaseyeke rast a êşa Filistîniyên li Xezeyê’ nirxand.

Serokdewletê Brezîlyayê êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê jî şermezar kiribû û êrîşa Hamasê weke kiryareke ‘terorîst’ bi nav kiribû.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7’ê Cotmehê heya niha ji ber êrîşên Îsraîlê yên hewayî û bejayî yên li ser Xezeyê 29 hezar û 92 kesan jiyana xwe ji dest daye ku piraniya wan jin û zarok in.