Îsraîlê li Sûriyeyê wesayitek hedef girt

Hate ragihand ku Îsraîlê wesayiyeke li eyaleta Kuneytrayê ya li herêma Girên Golanê a di bin kontrola hikûmeta Şamê de, hedef girtiye û di encama êrîşê de du kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa nûçeyan SANA ya girêdayî hikûmeta Şamê got: ‘’Li ser rêya di navbera Kuneytra û Şamê de Îsraîlê  bi balafira bêmirov li dijî wesayitekê êrîşek pêk anî û di encama êrîşê de du welatî hatine kuştin.’’ 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku yek ji kesên hatî kuştin, leşker e.

Şeva Yekşemê jî beşên navîn ên Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hedef hatibûn girtin û li gorî rayedaran di encama hedefgirtinê de 18 kesan, li gorî SOHR’ê jî 27 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî SOHR’ê di van êrîşên li herêma Mesyafê de herêmên leşkerî yên hesas hatine hedefgirtin. 

Îsraîlê ji sala 2011’an ve ye ku ev dîrok destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ye, li dijî aligirên Îranê û Hizbullaha Libnanê ku ev kom ji bo piştgiridayîna Artêşa Şamê û hikûmeta Beşar Esad li herêmê bi cih bûne, bi sedan êrîş pêk anîne.

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê, piştî şerê ku di 7’ê Cotmehê de li Şerîda Xezeyê di navbera Îsraîl û Hamasa Filistînî de derketî, zêdetir bûne.

Beşeke Girên Golanê di şerê Îsraîl û Ereban de yê di sala 1967’an de ji aliyê Îsraîlê ve hatibû zeftkirin û di Kanûna Pêşîn a sala 1981’an de jî piraniya wê hatibû îlheqkirin.