Îsraîlê ji hewayî ve li Hamasê da

Hêzên Hewayî yên Îsraîlê roketên ji Gazzeyê ber bi başûrê Îsraîlê re hatine avêtin ji xwe re kir hincet û li Hamasê da.

Ji ber roketên di roja Şemiyê de hatibûn avêtin, serokê partiya ‘Şîn-Spî’ Benny Gantz di dema kampanyaya hilbijartinê de neçar mabû xwe bispêre cihekî ewle. Gantz di hilbijartina 2’ê Adarê de raqîbê sereke yê Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ye. Gantz jî wekî Netanyahû ji bo plana aştiyê ya ‘DYE’ gotibû dîrokî ye.

Ji roja ku ev plan hatiye diyarkirin ji xeta Gazzeyê her roj ber bi başûrê Îsraîlê roket, obus û nepoxên bi agir tên avêtin. Îsraîl jî van tiştan dike hincet û bomberdûmanê dike.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê di şeva Yekşemê de balefir û helîkopterên Îsraîlê li ‘terorîstên Hamasê yên li xeta şerîda Gazzeyê dane.’

Hate diyarkirin ku Hamasê ragihandiye ku di êrîşê de tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê jî teslîmatên çîmentoyê yên ji bo vê herêmê da sekinandin. Wezaretê diyar kiriye ku wan destûra têketina bazirganî ya bi nêzî 500 heban jî daye sekinandin.

Filîstînê plana DYE’yê red kirin. Li gorî vê planê wê herêmên berfireh ên Şerîaya Rojava yên ku Îsraîlê ji sala 1967’an de dagir kiriye jî were îlhakkirin.

Di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbestek heye. Ji sala 2008’an û vir ve li ser xeta Gazzeyê di navbera Îsraîl û Hamasê de sê şer çêbû.