Îsraîlê êrîşên li ser Xezeyê zêde kir: Zêdeyî 300 kuştî û birîndar hene

Hat ragihandin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Taxa El-Şûcayiyê ya li Rojhilatê Xezeyê da herî kêm 300 mirî û birîndar ji binê xirbeyan hatin derxistin.

Di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser taxa El-Şûcaiyê ya li Rojhilatê Xezayê de gelek xanî hilweşiyan. Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serwîsa Parastina Sivîl a Filistînê herî kêm 300 mirî û birîndar ji bin xirbeyan hatin derxistin. Hat diyarkirin ji ber ku wêranî li qadeke berfireh pêk hatiye hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku zêde bibe û xebatên rizgarkirinê bi derfetên kêm tên kirin.

LI ŞÛCAIYÊ KÊMÎ KÊM 50 XANÎ HILWEŞIYAN

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta li Xezeyê balafirên Îsraîlê bi dehan fuze û bombeyan li Şuciyeyê barandin û herî kêm 50 xanî û avahî hilweşiyan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji komkujiya Îsraîlê, rêveberiya DYE’yê berpirsyar e.

LI CEBALÎYÊ ZÊDETIRÎ 100 KES HATIN KUŞTIN

Ajansa nûçeyan a WAFA'yê ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Kampa Penaberan a Cebeliyê ya li bakurê Xezeyê ye zêdetirî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û got, "Di komkujiya hovane ya Îsraîlê de avahî hat hedefgirtin, zêdetirî 100 sivîlên Filistînî yên bêguneh bi awayekî hovane hatin qetilkirin." Her wiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku hîna gelek zarok di bin xirbeyan de ne.

ÎSRAÎL, TIRKIYE Û HAMASÊ HIŞYAR KIR

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Cohen di daxuyaniya li ser medyaya dijîtal weşand de Hamasê bi DAÎŞ’ê re girêda û wiha got: "Endamên Hamasê yên ji Xezeyê direvin dikarin xwe li Tirkiyeyê bigirin. Rêxistina terorê Hamas-DAÎŞ roja din wê li Xezeyê nemîne.  Ji bo misogerkirina ewlehiya Îsraîlê em ê Xezeyê ji Hemasê rizgar bikin û li herêmê siberojeke xweş biafirînin. Hûn dikarin terorîstên Hamasê yên ku nehatine tunekirin û ji Xezeyê direvin li welatê xwe mazûvaniya wan bikin."