Îsraîlê êrîş bi ser Hamasê de bir
Diyar bû ku balafirên şer ên Îsraîlê li Şerîda Gazzeyê 3 êrîşên hewayî bi ser baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Kassam de bir.
Diyar bû ku balafirên şer ên Îsraîlê li Şerîda Gazzeyê 3 êrîşên hewayî bi ser baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Kassam de bir.
Jêderên Filistînî diyar kirin ku balafirên şer ên Israîlê li herêmên cuda yên Gazzeyê 3 deverên leşkerî yên Tûgayên Îzzeddîn el-Kassamê bombe kirin.
Hate gotin li beşê rojava yê Kmapa Şatî Penaber ê herêma Gazzeyê du fûze ketine û li Kureyşê, rojavayê bajêr û li Ebû Cerrad, li başûrêrojhilat 3 fûze ketine.
Diyar bû ku di êrîşan de li gorî daneyên pêşî mirî û birîndar çênebûne.