Îsraîlê careke din bombe li Xezzayê barand

Artêşa Îsraîlê bi hinceta roketên Hamasê careke din bombe li Şerîda Xezzayê barand.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, sibeha Înê bi balafirên şer û tankan bombe li çeperên Hamasê hatin barandin, ku balonên ji teqemeniyan difirandin.

Piştî vê bombardûmanê li bajarên başûrê Îsraîlê dengê sîrenê hate bihîstin. Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku ji Xezaayê roket tê avêtin.

Hamas ku ji sala 2007'an ve li Şerîda Xezzayê serdest e, berpirsyariya avêtina roketan da ser milê xwe û diyar kir ku 'bersiveke rasterast' a li dijî dagirkeriya Îsraîlê ye.

Li ser vê yekê artêşa Îsraîlê careke din bombe li hedefên leşkerî yên Hamasê barand. Hate ragihandin ku cihê hatiye bombekirin çek dihate çêkirin.

Di navbera Îsraîl û Hamasê de sê hefte ne alozî giran bûye. Hikumeta Îsraîlê baloyên ji teqemeniyan weke hincet nîşan da û dorpêçiya li ser Şerîda Xezzayê şidand ku nêzî 2 milyon kes lê ne. Deriyê Kerem Şalom ku yekemîn derî ye ku mal jê derbas dibin, hate girtin û sewqiyata sotemeniyê ya ji Filistınê re hate rawestandin. Ev yek jî bû sedem ku yekane santrala elektrîkê ya li Xezzayê bê girtin.

Bombardûmana dawî piştî hevdîtina sefîrê Qeterê ya bi rayedarên Hamas û Îsraîlî pêk hat.