Îsraîlê bombe li Gazzeyê barand

Dewleta Îsraîlê bi hinceta êrişa bi roketan, bombe li hedefên Hamasê yên li Şerîda Gazzeyê barand.

Bi hinceta ku roketek ji aliyê Şerîda Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin, balafirên şer ên Îsraîlê şeva Sêşem-Çarşemê bombe li Gazzeyê barandin. Li gorî artêşa Îsraîlê, wan li avaniyeke leşkerî ya Hamasê xistine.

Di nava 12 rojên dawî de ji ber balonên bi teqemeniyan ên ji Gazzeyê hatin firandin, her wiha ji ber avêtina roketan li Îsraîlê zêdeyî 100 carî şewat derketin. Îsraîl jî bi êrişên hewayî û şidandina ambargoyê bersivê dide van balonan.

Hikumeta Îsraîlê li masîgirên Gazzeyê qedexe kir ku derkevin nêçirê. Her wiha deriyê bazirganiya navbera Îsraîl û Gazzeyê girt û derbasbûna sotemeniyê asteng kir. Ji ber ku sotemenî nîne, yekane santrala elektrîkê ya li Gazzeyê hate rawestandin.